Ji KCD peyama Çarşema Sor

Ji KCD peyama Çarşema Sor

Kongreya Civaka Demokratîk peyamek nivîskî weşand û cejna pîroz ya Kurdên Êzidî Çarşema Sor pîroz kir.

Di peyamê de hate diyarkirin ku, hertim Êzidî bûne perçeya herî girîng ya gelê Kurd û hate gotin ku, “Em di wê baweriyê de ne ku, gelê me yê Êzidî dê di tekoşîna xwe ya xweser de rolekî aktîf bileyîzin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di vê sala nû ya çanda Kevneşop ya Êzidîtiyê de cejna Çarşema Sor ku tê wateya serê sala nû hem jî destpêka vejîna xwazayê, li herêma me rastî pêvajoyekî yê bi hêvî hat. Di pêvajoyekî wisan de girîngiya van rojan hîn zêdetir dibe.

Em cejna Çarşema Sor ya gelê Êzidî ku cejna hatina biharê û serê salê ye heman demê de rastî pêvajoya çareseriyê hat pîroz dikin û hêvî dikin ku, dê ji bo gelê Rojhilata Navîn wekhevî, biratî û aştiyê bîne.”