Ji karsazên Kurd ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Ji karsazên Kurd ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Ji karsazên Kurd ji bo Kobanê kampanyaya alîkariyê
Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa (AKEE) ji bo Kobaniyan kampanyaya alîkariyê destpê dikin. Serokê Desteya Rêveber a AKEE Ferhat Hasan Yirîk, bang li karsazên Kurd ên li Ewropa kir da ku tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.
Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa- Association of Kurdish Employers in Europe (AKEE) heyetek ji nûnertiya wan a ji 16 kesan pêk dihat hefteya buhrî ji bo lêkolînkirina rewşa Kobaniyên li navçeya Pirsûs û Amedê li Kurdistanê çend rêzehevdîtin pêk anîn.
Têkildarî hevdîtinan Serokê AKEE Ferhat Hasan Yîrîk ku axivî, diyar kir bi Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û li gel hinek karsazên li Amedê hevdîtin pêk anîne, piştre çûne Pirsûsê bi Hevşaredarên Pirsûsê û hin parlementerên KCD’ê re hevdîtin pêk anîne. Yirik diyar kir ji bo rewşa gelê Kobanê li cihê wê lêkolîn bikin çûne sînor.
LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BANGA ALÎKARIYÊ
Ferhat Hasan Yîtîk diyar kir ku weke AKEE kampanyaya alîkariyê destpê kirine û wiha got: “Em li tevahiya Ewropa çi di nava karsazên endamên me bin çi jî endamên karsazên din ên Kurd bin kampanyayek alîkariyê didin destpêkirin. Rewşa mirovên li wir xerab e û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Hemû kesê tiştekî bikarin bikin heye. Alîkariyeke herî biçûk jî pir mezin e. Em li rex gelê Kobanê ne. Divê teqez Tirkiye ji bo Kobanê korîdora alîkariyê veke.”
Yîrîk karsazên li Ewropa jî di nav de bang li hemû kesî kir da ku alîkariyê ji bo Kobanê bikin.
Têkildarî alîkariyan agahiyên berfireh dikarin ji navenda giştî ya AKEE bên girtin.
Agahiyên peywendîdanînê wiha ne:
Association of Kurdish Employers in Europe
E-Mail: [email protected]
Telefon: 0049(0)69 97503 178
Adres: Platz der Einheit 1
60327 Frankfurt am Main