Ji Jinên Nisêbînê ji jinên girtî re qerta sala nû
Ji Jinên Nisêbînê ji jinên girtî re qerta sala nû
Ji Jinên Nisêbînê ji jinên girtî re qerta sala nû
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di nav de şaredara Nisêbînê jî heyî jinan ji bo girtiyên jin qertên sala nû şandin.
Jin li ber avahiya BDP’a Nisêbînê hatin cem hev û berbi PTT ve meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî serok Apo’ berzkirin.
Şaredar Ayşe Gokkan li ber PTT axaftine kir û got: “Îro me ji jinên girtî re qert şand. Em dixwazin êdî wan di nava xwe de bibînin. Ger di vê pêvajoyê de em aştiyê bixwazin divê em divê pêngav bên avêtin. An jî dê civak dewletê tu carî efu neke. Ji girtîgehan cenaze derkevin dê qiyamet biqete. Dewlet dibêje em aştiyê dixwazin. Ji ber vê bila girtîgehan vala bikin.
Dayika aştiyê Gule Baş jî daxwaza xwe ya aştiyê dubare kir.
Piştî axaftinan ji girtiyan qert hat şandin.