Ji jinan konferansa "aştiyê"
Ji jinan konferansa "aştiyê"
Ji jinan konferansa "aştiyê"
Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê, bi konferanseke "aştiyê" xwest di pêvajoya çareseriyê de roleke çalak bileyzin.
Konferansa aştiyê li Salona Konferansê ya Zanîngeha Bogazîçî destpê kir û axaftina vekirinê ji aliyê Nîlgun Yûrdalan ve hat kirin.
Yûrdalan da xuyakirin, ku aştiyek bêyî beşdariya jinan kêm û qels e û destnîşan kir, ku ew ji bo rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de nîqaş bikin, hatine cem hev.
Yûrdalan got, "Emê li ser navgînên xwe yên pêvajoyê rawestin û di 7'ê Gulanê de jî danezana encamê eşkere bikin."
Li dû Yûrdalan, Prof. Dr. Nukhet Sîrman bi zimanê Kurdî û Nîmet Tanrikûlû jî bi zimanê Tirkî peyama vekirinê xwendin.
Tanrikûlû da xuyakirin, ku ew ji sal 1990'î û vir ve di nava têkoşîna aştiyê de ne û ew dikarin vî şerî bi têkoşîna hevpar bi dawî bikin.
Tanrikûlû bal kişand ser encamên şer û got, "Di tevahiya jiyana xwe de, em di nava şer de man, di pêvajoya heyî de jî em dixwazin bi awayekî çalak ji bo aştiyê têbikoşin. Ji bo em rê û rêbazên tevlêbûna xwe ya li nava pêvajoyê eşkere bikin, em li hev civiyane."
Tanrikûlû her weha xwest, biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 1325'an ku tê de tevlêbûna jinan a li pêvajoyên danûstanan ewle dike, bi cih were anînin û daxwaz kir, ku ji bo jin beşdarî pêvajoya danûstandinan bibe, planeke çalakiyê ya netewî bê amadekirin.
Tanrikûlû wekî din destnîşan kir, ku sembolÎk be jî, ji bo vekîşan gerîlayên HPG'ê bi ewlehî pêk were, ewê heyetekê ava bikin.
Di konferansê de hat diyarkirin, ku ji bo têkoşîna siyasî ya aştiyê were meşandin, divê bingeh bê avakirin.
Di konferansê de Raportora Neteweyên Yekbûyî Yakin Erturk jî axivî û derheqê ezmûnên xwe yên di pêvajoyên bi vî rengî de agahî da.
Erturk diyar kir, ku hukûmeta Tirkiyê bi giranî li ser "vekişînê" radiweste û pirsa "Daxwazên ji niha û pê ve wê bi çi rengî bê dît?" li hukûmetê kir.
Li dû Erturk, nameya girtiyên jin ên Kurd hat xwendin.
Girtiyên jin, der heqê rola jinan a di pêvajoyê de pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Di nameyê de hat xwestin, ku jin heyetan ava bikin û ev heyetên mijara gotinê bi gerîlayên jin û girtiyên jin re hevdîtinan bikin.
Konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.