Ji jinan komxebata aşitiyê

Ji jinan komxebata aşitiyê

Ji bo Aşityê Hewldana Jinan a Enqereyê, dê di 27'ê Nîsanê de li Enqereyê komxebata bi navê "Em jin temaşe nakin, ji bo Aştiyê têkoşînê didin" pêk bînin. Hewldanê ji bo aştiyê bang li hemû jinan kir û xwest tev li civînê bibin.

Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan a Enqereyê dê di 27'ê Nîsanê de bi şîara "Em jin temaşe nakin, ji bo aştiyê têkoşînê didin" li avahiya Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê komxebatê pêk bîne. Jinan li salona Tum Bel Sen'ê têkildarî komxebatê civîn pêk anî û li salonê pankarta "Em jin temaşe nakin, ji bo aştiyê têkoşînê didin" vekirin. Li ser navê hewldanê Sati Çali daxuyanî da. Çali, da zanîn ku ji bo têkoşîna aştiyê bi salan e li Enqereyê dengê xwe bilind dikin û dixwazin êdî li ser axa Tirkiyeyê aştî pêş bikeve.

ŞER HERÎ ZÊDE BANDOR LI SER JINÊ KURD KIR

Çali, destnîşan kir ku 30 salin li ser axa Tirkiyeyê şer heye û wiha got: "Ji ber şerê heyî windahiyên mezin pêk hatin. Di vî şerî de herî zêde jin ketin bin bandorê. Ji ber koçberiya neçarî em ji ax û warê xwe qut bûn. Em rastî zext û zordariyan hatin. Me xizanî û neheqiyên giran dîtin. Em rastî tacîz û tecawizê hatin. Zimanê me çanda me hat qetexekirin. Em dê di 27'e Nîsanê de li Navenda Giştî ya Tum Bel-Sen'ê komxebatê pêk bînin. Em bang li hemû jinên aştiyê dixwazin dikin û dixwazin tev li komxebatê bibin û degnê xwe bidin aştiyê.