Ji Izmirê heta Muğlayê Newroza Egeyê

Li herêma Egeyê jî di çalakiyên Newrozê de peyama 'berxwedanê' hate dayin.

Li herêma Egeyê, li Izmir, Denizli, Balıkesir, Muğla û Manisayê, girseyên gel herikîn qadan û destek dan berxwedana Efrînê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Egeyeê bi dirûşma "Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e" hate pîrozkirin.

IZMIR: Li Izmirê girseya gel danê sibehê bi kincên gelêrî li meydana Gündoğduyê li hev civiya. Mîna her cihî li Izmirê jî zexteke giran a polîsan hebû. Di nuqteyên kontrolê de polîsan dest danîn ser gelek destmalên jin û dayikan. Her wiha heqaret li mirovan kirin. Her wiha kesekî zû hate qada Newrozê û jineke bi navê Meyase Tatak hatin binçavkirin. Hê jî girseya gel tê qadê. Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana Efrînê dirûşm tên qîrîn.

MUĞLA: Li navçeya Milas a Muğlayê, polîsên Tirk bi hejmareke zêde û qemyonan dor li qada Akkent Pazar girtine ku Newroz lê tê pîrozkirin. Parlamenterê Êlihê yê HDP'yî Mehmet Ali Aslan jî tevlî pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî bi stranên Serbang Emrah, koma wî ya muzîkê û Koma Bawer dewam dike.

MANİSA: Li Manisayê, Newroz li navçeya Yunus Emre li Kapalı Pazayeri tê pîrozkirin. Qad bi alên HDP'ê hatiye xemilandin. Jin bi kincên gelêrî tevlî pîrozbahiyê bûne.

BALIKESİR: Li navçeya Burhaniye ya Balikesirê, bi sedan welatî li meydana Pancar li hev civiyan û dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Parlamenterê Stenbolê yê HDP'yî Erdal Ataş wê li vê derê ji beşdaran de biaxive.

DENİZLİ: Newroz li Pazar Semti ya taxa Esentepe ya Denizliyê tê pîrozkirin. Bi hezaran kes li qadê li hev civiyan û agirê Newrozê dadan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" tên qîrîn.