Yeketiya Jinên Navnetewî (IWA) ji Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ’yê re peyama piştevaniyê şand. IWA di peyama şandî de ragihand ku, ew bi Tekoşîna Azadiya Kurd re di nava piştevaniyê de ne û balkişande ser berxwedana çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan bidawî bû.
IWA aşkera kir ku, ew piştgiriyê didin daxwazên çalakiya birçîbûnê û wiha hate gotin; “Ew biryardariya tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd û berxwedêrên girtîgehan silav dikin. Em piştgiriyê didin daxwazên we yên mafê kurdan yên bingehîn û azadiyê mafê parastina bizimanê zikmakî û perwerdeya zimanê dayîkê, rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku 13 sale li hucreyekî yek kesî tê girtin. Em ji dil piştgiriyê didin banga we ya destpêkirina hevdîtin ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane, demokratîk û dîsan jî gelê Kurd qedera xwe bi xwe diyar bike.” Her wiha di peyamê de ji sala 2009’an ve di nav de siyasetmedarên Kurd, nûnerên saziyên sivîl, parlementer, parêzer, rojnamevan, şaredar, rêveberên bajar û zarok jî heyî 8 hezar kesên hatine girtin şermezar kir. Peyam bi van gotinan bidawî bû: Ji bo hemû girtiyên Kurd yên siyasî azadî! Bijî gelê Kurdistanê!