Ji Înstitûta Kurdî û AKAD'ê rojên xwendinê

Ji Înstitûta Kurdî û AKAD'ê rojên xwendinê

Înstitûta Kurdî ya Almanyayê û Tora Akademîsyenên Kurd (AKAD) rojên xwendinê organîze dikin. Nivîskarê vê carê Helim Yusiv e û ewê romana xwe ye bi navê “Gava Ku Masî Tî Dibin” bide nasîn.

Ev çalakiya edebî roja 22'ê Sibatê seat 19'an li avahiya Înstitûta Kurdî ya Almanyayê ya li Haganê pêk were. Çalakî dê bi muzika Koma Rengin ve dest pê bike û nûnerên Înstitûtê û yên AKAD'ê dê axaftinên xwe bikin.

Herwiha dê rewşa romana kurdî were nîqaş kirin û nivîskar Helim Yusif dê bersiva pirsan bide. Di dawiya çalakiyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê jî were nîqaş kirin.