Ji Înîsiyatîfa Gel ji bo Kobanê banga çalakiyê

Ji Înîsiyatîfa Gel ji bo Kobanê banga çalakiyê

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistan ji bo pêşiya çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya dewleta Tirk ji bo dorpêçkirina Kobanê dest bi êrîşê kirine di sînor de bê girtin banga çalakiya lezgîn kir. Înîsiyatîfê got; “Divê gelê Bakurê Kurdistan destûr nede komkujiyên çeteyên DAIŞ û di sînor de bikeve nav çalakiya lezgîn.”

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ ên 15’ê Îlonê ji sê milan ve li hemberî Kantona Kobanê dest bi pêla êrîşek nû kirine banga çalakiya lezgîn kir.

Înîsiyatîfa Gel got ku dewleta Tirk bi trênan li herêma sînor tang, çek û cebilxaneyên çeteyan dikişine herêma sînor û got: “Dewleta Tirk piştgiriyê dide dorpêçkirina Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve û di nav amadekariyekî komkujiyekî nû de ye.”

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê di serî de gelê Riha, Pîrsûs û Serêkaniyê bang li tevahî gelê Bakurê Kurdistanê kir da ku ji bo gelê Kobanê ‘demildest’ bikevin nav berxwedanê. Înîsiyatîfê wiha dewam kir: “Ji bo em destûr nedin komkujiya çeteyên DAIŞ a li Kobanê ku piştgiriyê ji dewleta Tirk digirin  û ji bo em pêşiya çeteyên DAIŞ li sînorê Kobanê bigirin divê tavilê em bikevin nav tevgerê."

DEWLETA TIRK BI TRÊNAN CEBILXANE SEWQ DIKE

Dewleta Tirk tirêna di aliyê Bakurê Kurdistanê re ya nêzî sînorê bi Rojava re derbas dibe, alîkariya lojîstîk ji çeteyan re datîne.

Çavkaniyên herêmî ji gundên girêdayî bajarê Girê Spî (Til Ebyed) ragihandin ku trêna di ber sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe, ev du roj in li hemberî gundê Silîb Qeran a girêdayî bajarê Girê Spî ku çeteyên DAIŞ’ê têde bi cih bûne, alîkariya lojîstîk ji çeteyan re datîne. Heman çavkaniyan diyar kirin ku cihê trên lê radiweste tu stasyonê lê tune ne û gelek sindoqên çek û cebilxaneyê danîne û çeteyan jî ev sindoq wergirtine.