Ji HPG'ê der heqê "nokerekî qereqolê" de banga hişyariyê
Ji HPG'ê der heqê "nokerekî qereqolê" de banga hişyariyê
Ji HPG'ê der heqê "nokerekî qereqolê" de banga hişyariyê
Fermandariya Qada Botanê ya HPG'ê da xuyakirin ku kesekî bi navê Siddik Baran, karê çêkirina heft qereqolên li gelemperiya Botanê bi xwe û hin taşeronên xwe dimeşîne û bang li gelê Botanê kir ku li hemberî vî kesî hişyar be.
Fermandariya Qada Botanê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku çêkirina qereqolan dewam dike û bi taybetî bal kişand ser karê çêkirina 7 qereqolên li herêma Botanê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevî hemû hişyariyên tevgera me, dewleta mêtînger a TC karê çêkirina bendav û qereqolan ku perçeyek ji şerê qirkirina gelê Kurd de, dewam dike. Hin noker û xaniyên Kurd jî bi dilxwazî di nava van pêkanînên tinekirin û qirkirinê de cih digirin.
Tevî hemû hişyariyên me yên bi rêya çapemeniyê hatin dayîn, kesê bi navê Siddik Balkan ê li navenda Şirnexê dijî, li ser bingeha nokeriya bi dijmin re, di helwesta xwe ya nokeriyê ya li dijî gelê Botanê û hêzên me yên gerîla de israr dike û karê çêkirina 7 qereqolên li gelemperiya Botanê bi xwe û taşeronên xwe dimeşîne.
Li hemberî rastiya vî kesê bi navê Siddik Balkan û helwesta wî ya dijminane, di serî de mirovên li kargehên wî dixebitin em bang li tevahiya gelê xwe yê Botanê dikin ku hişyar bin.
Fermandariya Qada Botanê ya HPG'ê qereqolên çêkirina wan dê bên kirin wiha rêz kir:
1. Qereqola Wahset Karakolu – Silopî
2. Qereqola Mezra – Elkê
3. Qereqola Dagdîbî – Qilaban
4. Qereqola Erolaç - Elkê
5. Qereqola Ûzûngeçît – Qilaban
6. Qereqola Cizîrê – Cizîr
7. Qereqola Agiskê – Şirnex