Ji Hikûmeta Cizîrê li dijî komkujiya DAIŞ'ê ya li Til Hemîsê bang
Ji Hikûmeta Cizîrê li dijî komkujiya DAIŞ'ê ya li Til Hemîsê bang
Ji Hikûmeta Cizîrê li dijî komkujiya DAIŞ'ê ya li Til Hemîsê bang
Hikûmeta Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyekê komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundiyên Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajarokê Til Hemîsê ku tê gotin herî kêm 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan hate kirin ku bi berpirsiyariyên xwe yên mirovahî rabin.
Hikûmeta Kantona Cizîrê der barê komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li gundên Til Hemîs de daxuyaniyek weşand û komkujî bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê roja Yekşemê di 14’ê Îlona 2014’an de li gundê Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî bajarokê Til Hemîs ê li başûrê bajarê QamişloYê, komkujiyek li dijî welatiyên sivîl pêk anîn. Di komkujiyê de 50 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Çeteyan bi hinceta ku welatiyan fermanên wan bi hilgirtina çekan pêk neanîne, wekî mertal bi kar anîn. Çeteyan her wiha bêtirî 60 malên welatiyên ku ji ber hovîtiya çeteyan reviyabûn, şewitandin. Çeteyan hejmarek ji welatiyên sivîl dorpêç kirin û nehiştin ji deverên pevçûnan derbikevin û hê jî çarenûsa wan ne diyar e.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan gelek topên hawanê bi awayekî tevlî hev avêtin hin taxên bajarê Qamişlo, Di encama topbarana çeteyan de 3 zarok bi giştî 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 4 welatiyên din jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de ev xal hate destnîşankirin: “Çeteyên DAIŞ’ê welatiyên devera Til Hemîs û Til Berak wekî koleyên xwe dibînin û di dema borî de çeteyan bi hemû şêwazan ji bo xizmeta endamên DAIŞ’ê gef li welatiyan dixwarin. Niha çete bi rêya bikaranîna hejmarekî ji çeteyan hewl didin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin.”
Di daxuyaniyê de derbarê çarenûsa welatiyên ku di bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ne metirsiya xwe wiha da xuyakirin: “Di heman dema ku em ji bo çarenûsa welatiyan bi tirs û guman in, em dibêjin ku çeteyên DAIŞ’ê xelekeke nû ji zincîra komkujiyên çeteyan ku ev bêtirî 2 sal in didome. Em ê bi hemû hêza xwe hemû bermahiyên çeteyan ji herêmê rabikin û jiyaneke azad li herêmê peyda bikin.”
Di daxuyaniyê de bêdengiya saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Heta niha saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî der barê vê komkujiyê de tu daxuyanî nedane û bê deng in. Em bang li van saziyan dikin ku bi berpirsiyariyên xwe yên mirovahî rabin û hemû kiryarên çeteyan qeyd bikin û radestî Dadgeha Navneteweyî bikin.”
Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Cizîrê wiha bi dawî bû: “Em Wezareta Parastinê ya herêmê bi hemû çek û alavên wê erkdar dikin ku erka xwe ya neteweyî û mirovahî ji bo paqijkirina herêmê ji qirêjiya çeteyan bidomîne.”