Ji HDP’ê ji bo malbata Kahya peyama sersaxiyê

Ji HDP’ê ji bo malbata Kahya peyama sersaxiyê

Hevserokê giştî yên HDP’ê, der barê wefata damezrînerê SYKP’ê û endamê MYK’ê Mustafa Kahya de daxuyaniyek sersaxiyê weşand.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş daxuyniyek nivîskî dan û diyar kir ku ew ji ber wefata Mustafa Kahya xemgîn bûne û ji malbat û hemû hevalên wî yên têkoşînê re sersaxî xwestin, êşa wan parve kirin.

Hate diyar kirin ku li her aliyê Tirkiyeyê ji salên 70’ê heta îro Mustafa Kayha di têkoşîna şoreş, aştî, demokrasî û sosyalîzmê de bi awayekî aktîf cih girtiye û hat gotin ku jiyaneke mutevazî, têkoşerî û fedekar meşandiye.

Hevserokên HDP’ê diyar kirin ku Mustafa Kahya di têkoşîna xwe de bi biryar bû û qet ji têkoşîna xwe dur neketiye û wiha berdewam kir: “Di her axaftina ku dikir de, di har nivîsa ku dinivîsan de her tim baldikişand ser rastiyan û ji bo aştî û biratiya gelan têkoşiyaye.

Hevserokan da zanîn ku ew li pêş jiyana bi rumet a Kahya rêzdarin û diyar kirin ku ew dê têkoşîna wî bidin jiyîn.