Ji HDP’ê bîlançûya tekoşîn û mîtingeriya 2013
Ji HDP’ê bîlançûya tekoşîn û mîtingeriya 2013
Ji HDP’ê bîlançûya tekoşîn û mîtingeriya 2013
Alikarê Hevserokê HDP’ê Ozgûr Mûtfuoglu di peyama xwe ya sala nû de cih da bîlançûya êrişên ku çîna karker di sala 2013’an de li rastî hatî. HDP’ê ku diyar kir hikûmeta AKP’ê di tevaya 11 salan de welat “talan û rût kiriye” û bal kişande ser ku 1213 karkeran jî jiyana xwe ji dest daye û got ku di sala 2013’an de 23.500 karker ku li 15 cihên kar grev pêk anîne berdewam dike.
Alikarê Hevserokê HDP’ê Ozgûr Mûftuoglu ku di daxuyaniya xwe ya bal kişande ser oparasyonên ku di 17’ê Kanûnê de derketine holê û diyar kir ku ev nelirêtiyane heya malbata Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî dirêj bûne.
NELIRÊTÎ
Mûftûoglu ku got, “di rojên dawî yên 2013’an de Tirkiye bi 200 milyar dolaran di boyerên nelirêtî û bertîlê diheje. Karker û kedkar ku di rewşa nîv birsî û nîv têr, bê kar û perîşan dijîn, derket holê ku hikûmet û derdorê wê yê nêz li pey talaniya mezinin. Hikûmeta AKP’ê ku weke komploya hevalbendiya koalisyonê a Cemaeta û hinek derdoran pênase kirî, nelirêtî ji wezîran bigire heya bûrokratan, ji serok şaredaran heya parlementeran û heya malbata Serokwezîr Erdogan dirêş bû. Hikûmeta AKP’ê tevaya 11 salan welat şeland û rût kir. Lê hemû kes dizane ku tişta derketiye holê tenê beşek yê rastiya vê ye.”
Mûftûoglu ku got, “boyerên dawî yên nelirêtî û bertîlê car din durûtiya Tirkiyê nîşanî me da” û wiha berdewam kir: “
“Li rûyekî Tirkiyê de karker û kedkar dinava şert û mercên perîşaniyê de dijîn. Zarok ji birsa û serma dimirin. Mafên kedkaran yên rewa yek bi yek ji destê wan tên girtin.”
SINORÊ BIRSÎTIYÊ Û PERÎŞANIYÊ
Mûftûoglu ku diyar kir pêkhatinên li ser kedkarên raya giştî ku rewa dibîne wiha dewam kir: “ Di dayina herî kêm yê heqdestê wan de ku ji bo kedkarên raya giştî rewa tê dîtin bi zamên ji sedî 3’an karkeran hîn feqîr tir dike. Sinorê birsitiyê yê malbatekî ku ji çar kesan pêk tê 65 e, sînorê perîşaniyê jî 3 hezar û 470’ê lira ye û heqdestê kêm jî 803 TL de disekine.”
1213 KES BÛN QÛRBANÊN CINAYETÊN KAR
Di berdewama daxuyaniyê de cih hate dayina van gotinan: “heqdestê kêm, xebitîna ne rêkû pêk û kêm, bi kirê kirina buroyên karkeran li gel mirinên karkeran her roja ku diçe hîn zêdetir dibe. Ji Şirnexê heya Somayê, ji Zanguldakê heya Balikesîrê kanên komurê yên ku karker têde têne xebitandin bûne goristana karkeran. Di sala 2013’an de di serî de 59 zarokên karker û 101 jinên karker herî kêm 1213 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
PÊKANÎNÊN TAŞERONAN
Hikûmeta AKP’ê di bin navê sermaye û teşvîkê de zêdekirina jêderan berdewam dike. Pêkhatina xwe ya taşerontiyê belav dike. Karkirina bê sendîka û bê sîgorta berdewam dike.
Tê xwestin ku sendîka û Odayên Pêşeyan bikene Baxçeyên Pişt yên hikûmetê.
TEKOŞÎNA GEZÎ
Wê li hemberî vê desthilatdariya diz û êrişkar bêdeng neyê sekinan din. Pêwiste bibîn yek û bi tekoşînekî bi biryar dehatûya xwe bi destên xwe qazenc bikîn.
HDP di sala 2014’an de di hemû zimanan de, hemû baweriyan û ji hemû çandan karker û kedkaran, li hemberî vê sîstema ku tûndî û talaniyê bingeh digire, ji bo qazenc kirina hemû gelên me yên ku hatine gasp kirin, ji bo bilind kirina tekoşîna azadî, aştî û kar vedixînin.”