Ji girtiyên PKK’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî

Ji girtiyên PKK’ê ji bo Kobanê piştgiriya aborî

Girtiyên PKK’ê yên girtîgehên Anatoliya Navîn, bi armanca pitşevaniya ji bo gelê Kobanê 16 hezar TL berhev kirin û gihandin Kobaniyan.

Girtiyên PKK’ê yên girtîgeha Anatoliya Navîn, bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê alîkariya aborî berhev kirin. Girtiyên girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Sîncanê tabloyên wêneyan yên çêkiribûn îsal di 11’emîn Mîhrîcana Girê Koxê ya Gimgimê de pêşkeş kirin. Wêneyan eleqeyek mezin dît û ji tabloyên ku hatin firotin 10 hezar û 500 TL berhev kirin. Girtiyan ev pere ji bo Kobaniyan şandin.

Her wiha girtî bi vê jî sînor neman û di çarçoveya piştevaniyê de 5 hezar û 500 TL yê berhev kiribûn jî şandin. Bi giştî 16 hezar TL alîkarî dan.

Nûnera TUHAD-DER ya Enqereyê Hava Ozcan diyar kir ku girtiyên ku di bin şertên zehmet de ev alîkarî berhev kirine û ji girtiyan dersa mirovahiyê tê dayîn. Ozcan wiha got: “Tevî evqas zor û zehmetî piştevaniyek mînak hat dayîn."

Ozcan bi lêv kir ku divê ev baş bê zanîn ku Kurd li ku derê dibin bila bibin ji piştevaniya xwe tawîzê nadin û wê nedin jî. Ozcan wiha got: “Di dîrokê de gelek mînakên vê hene. ji ber vê jî ji bo Kobanê jî bêdeng neman û piştgiriyek wiha dane.”