Ji Findikli ya Rîze ji bo Kobanê alîkarî

Ji Findikli ya Rîze ji bo Kobanê alîkarî

Alîkariyên li navçeya Findikli ya Rîze ji bo Kobanê hatibûn kom kirin, ji navenda alîkariyê ya Şaredariya Pirsûsê re hatin şandin.  

Li navçeya Findikli ya Rîze ji alîyê hêzên demokratîk ve ku ji bo Kobanê li navçeya Findikli ya Rîze kampanyaya alîkariyan hat destpêkirin bi dawî bû. Alîkariyên ji 9’ê Cotmehê ve hatin komkirin ji navenda alîkariyê ya Şaredariya Pirsûsê re hatin şandin.

Di daxuyaniya hêzên demokrasiyê yên Findikli de wiha hat gotin, “Wek hêzên demokrasiyê yên Findikli em careke din destnîşan dikin ku em li rex gelê Kobanê ne.”