Ji Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî

Ji Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Tişta ku niha bi dawî dibe ne tenê terora 30 Sali ye, girêka pirsgirêkên ku belavî bi salan bûye ye.” Erdogan CHP û MHP nîşan da û got: “Yên ku nebin parçeyên çareseriyê dê bibin parçeyê pirsgirêkê.

Erdogan di vekirîna Lijneya Giştî ya Asayî Komeleya Karsaz û Sanayiyê ya Mustakî a 22’emîn a (MUSÎAD) ku li Navenda Kongreya Halîçê de pêk hat de axivî.

Erdogan pêvajoya çareseriyê nirxand û got: “Bi rastî em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû. Tişat ku niha bi dawî dibe ne tenê terora 30 salî ye, pirsigrêka ku bi salene didome ye.  Ev xeyalê her kesî ye. Înşallah niha tenê teror bi dawî nabe.  Niha ji bo Tirkiyeyê dewreke tarî tê girtin.  Niha taliha Tirkiyeyê diguhere.  Niha Tirkiye dikeve qonaxeke nû.  Bila tu kes vê pêvajoyê nekişîne tu derê.

Erdogan da zanîn ku li gorî duh îro zêdetir bi hêvî û biryar in û wiha got: “Em îro zêdetir bi hêvî ne. Teror dê biqede. Ev tiştekî gelek xweş e. Ev destpêk e.  Divê em vê pir baş binirxînin.  Divê di vê pêvajoyê de her kes peywira xwe bîne cih. Ez ji her kesî rica dikim.  Ji 76 mîlyonî rica dikim, bila her kes milê xwe bide hev.  Em desturê nedin ku ev pêvajo xera bibe. Roj ne roja bi xayînî temaşkirinê ye.”

Erdogan CHP û MHP jî renxe kir û got: “Yên nebin parçeyên çareseriyê dê bibin parçeyê pirsgirêkê. Di vê dema ku Tirkiye dikeve dîroke biratiyê, me nexwest tu kes ji derve temaşe bike.  Lê muxalefetê û yên din tercîha xwe ji derve kirin. CHP dibêje em tiştekî nizanin, fêm nakin.  Mixabin Tirkiyeya ku her tiştî dibîne, CHP nabîne. Serokê giştî yê MHP pêvajoyê dizane. Ji ber ku wisa dibêje.  Dizane ku ev pêvajo ne li gorî wan e.  Dema pêvajo temam bibe, dizane ku zemîna îstîsmarê ji wan re namîne.  Ji ber vê jî tehrîk dike. Ji kerema xwe bila serokê giştî  yê MHP ji yê CHP’ê re vebêje.  Yên dizanin bila ji yê nizanin re vebêje. Ha ger nebêje, em ê ji komîsyona Aqilmendan re bêjin bila ew ji CHP’ê re vebêje.

Erdogan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê ew hesreta bi salan ji holê rabikin û got: “em bi salane dixwazin li Cûdiyê kulîlkan berhev bikin, li Agiriyê seyranê bikin û di Dîcle û Firatê de xwe hênik bikin.  Roj roja ji bo ku ev pêk bîne ye.”