Ji endamên PSAKD’ê li Enqereyê çalakî
Ji endamên PSAKD’ê li Enqereyê çalakî
Ji endamên PSAKD’ê li Enqereyê çalakî
Endamên PSAKD di çalakiya li Enqereyê pêk anîn de bang li hikûmeta AKP’ê kirin ku dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde.
Endamên Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Ebdal (PSAKD) li Enqereyê daxuyaniyek dan û bang li hikûmeta AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê berdin.
Endamên PSAKD’ê li ser Cadeya Yuksel a Enqereyê têkildarî polîtîkayên asîmîlasyon û pêkanînên di perwerdeyê de daxuyaniyek dan. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû û endamên gelek komele û rêxistinan jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Dersa neçarî ya olî rakin” vekirin. Serokê PSAKD’ê ya Navçeya Mamakê Mustafa Demîrtaş daxuyanî xwend.
Demîrtaş nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî daxwazên Elewiyan da û diyar kir ku divê cemxane weke perestgeh bên qanûnkirin, Otela Madimak bibe muzeya şermê, dersa olî ya neçarî bê rakirin, Dergeha Hacî Bektaş Welî bidin Elewiyan û hemû daxwazên sereke yên Elewiyan pêk bînin.
Demîrtaş diyar kir ku divê weke sîstema hemdem a perwerdeyê bêyî cudakariyê têxin navbera ol, ziman û nîjadan de perwerdeyeke zanîstî bê dayin. Demîrtaş got ku divê biryara “rakirina dersa olî ya neçarî” ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye dayin bê pêkanîn.