Ji Elewiyan nerazîbûna 'pakêta vala'
Ji Elewiyan nerazîbûna 'pakêta vala'
Ji Elewiyan nerazîbûna 'pakêta vala'
"Pakêta Demokratîkbûyînê" ji hêla Elewiyan ve bi nerazîbûnan hat pêşwazîkirin. Nûnerên saziyên Elewiyan Kenaoglû, Geçmez, Ozel û Bulbul, bi gotina " Qedexeyên li hemberî Elewiyan dê dewam bikin" pakêt şîrove kirin.
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan Kenaoglû, Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Selahattîn ozel û Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, "pakêta demokratîkbûyînê" ji ANF'ê re nirxandin.
KENANOGLÛ: QEDEXE Û HEQARETA LI ELEWIYAN DÊ DEWAM BIKE
Serokê Giştî yê Çanda Elewiyan a Hûbyar Sûltan Kenanoglû got, "Em xeyal-şikestî nebûn. Ji ber ku em xwedî bê baweriyê bûn ku di pakêtê de dê hikûmeta AKP hewl bide Elewiyan têxe bin kontrola xwe. Me dît ku nekarîn xwe li vê jî rabigirin."
Kenanoglû diyar kir ku guhertina navê Zanîngeha Nevşehîrê weke Zanîngeha Haci Bektaş Velî ne daxwazên Elewiyan bû û got, "Ev yek ne mijareke me eleqedar dike. Bandora Haci Bektaş Velî ya li ser civakê ji xwe tê zanîn. Bi navdayîna zanîngehê wî mezin nake. Ev yek ne guhertineke ku mirov jê re bêje ji bo Elewiyan 'baş bû.' Vegerandina navê Dêrsimê û statuya der barê malên cem de dihat axaftin, lê di pakêtê de me der barê van de ti xal nedîtin."
Kenanoglû ragihand ku cezakirin astengiyên jiyîna baweriyên olî, Elewiyan nagirire hundirê xwe û got, "Ji ber ku di pêkanînên heyî de jî qanûnên bi vî rengî, bi tenê ji bo baweriya ku dewletê qebûl kiriye bicih tê anîn. Ji ber ku baweriya Elewiyan ji xwe di nava dewletê de nehatiye qebûlkirin, guhertinên di pakêtê de li derveyî me ne. Ji ber ku baweriya me weke "baweriyeke olî" nayê qebûlklirin, em nakevin nava vê guhertina pakêtê. Bi qasî em fêm dikin; dê qedexe û xeberên ji Elewiyan dewam bikin û dê bê ceza bimînin."
GEÇMEZ: PAKÊTA TIRK-SUNÎ
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez jî got, "Dema me li pakêtê guhdarî kirin, me dîtin ku zimanê dewletê dewam dike. Em weke pakêteke ku dewleta sunî hîn bêtir sunî dike, dibînin."
Geçmez diyar kir ku di pakêtê de cih nedana Elewiyan ji bo Elewiyan "sedema aktîfkirina têkoşînê" ye û got, "Di 19'ê Cotmehê de bi mîtînga xwe ya li Mersînê re emê bilindkirina têkoşîna xwe bidin destpêkirin. Em di wê baweriyê de ne, ku sererastkirinên din ên di pakêtê de jî ji bo hilbijartinên herêmî ne. Serokwezîr xwest der heqê rêveberiyên herêmî de malzemeyekê têxe destê xwe, lê ev jî xerimand. Polîtîkaya dewletê hîn bêtir belav kir; bi pakêteke dûrî laîkiyê, wekheviyê û mafan, pergala Sunî-Tirk hat parastin."
OZEL: HIKÛMET, TEVÎ JI NEDÎTINÊ HENEKÊ XWE BI ELEWIYAN DIKE
Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî Selahattîn Ozel jî got, "Dema kesên ji demokrasiyê bawer nekin û pakêtekê amade bike, dê encameke bi vî rengî derkeve holê" û destnîşan kir ku bi pakêtê re Elewî careke din ji nedîtî ve hatine.
Ozel got, "Hikûmeta AKP ne weke armanc, bi çavê amûrekê li demokrasiyê dinêre. Bi pakêta hat aşkerakirin re me ev yek careke din fêm kirin û pakêtê em piştrast kir. Me fêm kirin ku hikûmetê der heqê Elewiyan de heta niha ti gaveke erênî neavêtiye û dê ji niha û pê ve jî neavêje. Pirsgirêk dikare di çarçoveya azadiya baweriyê de bê çareserkirin, lê bi biryardarî vê nakin. Ev yek ne tenê ji bo Elewiyan e; mafê însanî yê bingehîn e."
Ozel da xuyakirin ku ji ber hikûmet Elewîtiyê weke baweriyekê qebûl nake, cihêkariya li dijî wan jî weke "êrîşa li baweriyê" nabîne û got, "Eger weke baweriyekê qebûl bikira, dê pêkanîn û cezakirina heqaret û êrîşên li dijî me, hebûya. Lê belê tevî ku em di pakêtê de nayên dîtin, henekê xwe bi me dikin. Mafên bingehîn ên Elewiyan hene. Di şûna ku van têxe rojevê de, navê zanîngehekê diguherînin. Ti hikmê vê ji bo me tineye."
Ozel ragihand ku Elewî dê di meha Cotmehê de bi çalakiyan bersivê bidin hikûmetê û da xuyakirin ku ewê di rojên pêş de ji bo nirxandina detayên "pakêta demokratîkbûyînê" civîneke çapemeniyê lidar bixin.
BULBUL: HUNERA AKP'Ê YA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA ME NÎNE
Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul jî got, "Gelo ti rewşeke rewa ya benda ji sedî 10'an a hilbijartinê, xwendina sonda xwendekaran heye? Eva ji xwe bi têkoşîna demokratîka civakê ji holê hatine rakirin, deskevtiyên civakê ne ku di qanûnan de cih negirtine. Gelo Serokwezîr bi gotina ku ew van mafan dide, difikire ku demokrasiyê bexş dike? Yan jî me dixe şûna nezanan?"
Bulbul ragihand ku ji ber hikûmetê di mijara daxwazên demokratîk ên civaka Elewî de bawerî nedaye wan, ew neketine nava bendewariyekê û got, "Qaşo vebûna Elewiyan dewam dike, dema ew qediya, dê aşkera bikin...Ev yek jî rêbazeke din a amadekirina werîsê darvekirinê ye. Em xwedî wê baweriyê bûn ku ev hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêka mafên me xwedî ezmûn, huner û têgihiştina demokratîk nîne, hînê jî em xwedî heman nêrînê ne. Nirxandina vê pakêtê ev e: Ji vê pakêtê, ji bo me înkar, asîmîlasyon, red derket. Emê li dijî vê înkar, asîmîlasyon û redê mafên xwe yên rewa û demokratîk bikar bînin û dakevin kolanan. Ev yek ne bi tenê wezîfeya me ye; Divê hemû beşên civakê yên li Tirkiyê ji nedîtî ve tên bi heman têgihiştinê bigihêjin hev. Heta ku têgihiştin û nêzîkatiyeke bi vî rengî neyê nîşandan, dê pakêta AKP'ê mîna bebekên matrûşka hevdu bişopîne. Di şûna bendemayîna pakêtê, divê AKP were pakêtkirin!"
Bulbul got, "Bi tenê binavkirineke vê pakêtê ji aliyê me û derdorên li benda azadî, mafên bingehîn û demokasiyê heye. Ew jî; rezîlî û kepazetî ye."