Ji El Nusrayê li Asarlikê, tehdît, îşkence û revandin

Ji El Nusrayê li Asarlikê, tehdît, îşkence û revandin

Li bajaroka Asarlik cemaatên ku ciwanên kurd tevli eniya El Nusra a Sûriyeyê dike û li dijî YPG’ê dikin nava şer, niha jî kesên li dijî van faliyetan bê deng namîne, tehdît dikin û faliyetên revandinê didin meşandin. Endamên Cematê kesekî ligel rêveberê berê yê BDP’ê Tayfur Bahşî (43) dixebite û ji tirsan navê wî nehat aşkerakirin, revandine û xwestiye der barê Tayfur Bahşî û birayên wî de agahiyan bide. Ev kesên mijara gotinê de ji Bahşî re jî peyamekê dişînin. Bahşî da zanîn dê di rojên pêş de serî li dozgeriyê bidin û dê ji ÎHD’ê alîkariya hiqûqî bixwazin.

Tayfur Bahşî destnîşan kir ku ew bi birayên xwe re karê înşatê dikin û xebatkarekî ligel wan dixebite yê 35 salî di 10’ê îlonê de saet di 07.00’an de deam tê ser kar, ji aliyê 3 kesên temenê wan di navbera 30-40’î de diguhere bi wesayîta plakaya wê 35 KN 1985’e  bi zorê hatiye revandin.

Bahşî da zanîn ku xebatkarê wî kirina kaseya çelîk ya di mînîbusê de hatiey montekirin û bi elektîrîkê îşkence lê kirine. Bahşî da zanîn ku di dema îşkenceyê de ji xebatkarê wî re dibêjin: Tayfur li her derê pir diaxive. Zimanê wî dirêje. Ger axaftina xwe bidomeîne emê zimanê wî jê bikin.”

EZ LI DIJÎ XAPANDINA CIWANÊN KURD BÊ DEN NAMÎNIM

Tayfur da zanîn ku ji ber ku ew li dijî faliyetên xapandinê yên Cemaatan ku ciwanên kurd dişînin Eniya El Nusra bê deng namîne, tê tehdîtkirin û got: “Yên ku van tehdîtina dike, li Asarlikê li ser navê cematê faliyetan dimeşînin. Me nas dikin. Nasnmaya me ya siyasî dizanin. Ciwanên kurd dixapînin û dişînin Rojava. Ji ber ku em bê deng namîni, hewl didin me bê deng bikin.

LI PIŞT VAN FALIYETAN MIDÛRIYETA POLÎSAN HEYE

Bahşî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi awayekî aşkera piştgiriyê dide El Nusra û got: “Ev çeteyên ku ji hikûmetê piştgiriyê didin, midûriyeta polîsan jî bê deng dimîne. Midûriyeta polîsan a Îzmîrê li dijî van pêkanînan tiştekî nake, heta piştgiriyê didê.  Ger midûriyet tedbîran bigire, dê ev cemaat wisa rehet tevnegerin. Ger polîs hebin, ew nekarin wisa rehet birevînin îşkencê bikin.”

Bahşî bi lêv kir ku di nava cemaatê de kesên bi midûriyeta polîsan re di nava têkiliyê de hene û kesê faliyetên revandin û tehdîdê dimeşînin jî ev kesin û got: “Em van kesan dizanin, navê wan dizanin. Ez niha navan nabêjim. Lê ger zirar li min û malbata min bê kirin, ezê hemû navan bêjim”

BI VÊ RÊBAZÊ NEKARIN BÊDENG BIKIN

Bahşî nekare li dijî van pêkanînan bêdeng bimîne û wiha got: “Nekarin me bi van rêbazan bêdeng bikin.  Li dijî vê em dê heta dawiyê têbikoşin.  Divê hikûmet û midûriyeta polîsan piştgiriya xwe ya xwe bo cemaat û El Nusrayê demildest vekişîne û dawî li van faliyetan bînin. Em dê der barê vê de serî li dozgeriyê bidin. Ez ji ÎHD’ê û saziyên demokratîk piştgiriyê dixwazim.”