Ji doza KCK’ê ya Edeneyê yek jê rojnamevan 9 kes hatin berdan

Ji doza KCK’ê ya Edeneyê yek jê rojnamevan 9 kes hatin berdan

Di rûniştina doza KCK’ê ya li Edeneyê ku siyasetmedarên Kurd dihatin darezandin, di nav de nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Aguş jî heyî 9 kes hatin berdan.

Sala borî di çarçoveya operasyona di bin navê “KCK’ê” de hate kirin û 13 kesên girtî bigiştî di derbarê 54 kesan de doz hate vekirin, rûniştina doze li 10’mîn Dadgeha Cezayê giran ya Edeneyê pêkhat.

Rûniştina ku di demjimêrên serê sibehê destpêkir û heya demjimêrên direng dom kir, parastin bikurdî hate kirin, heyeta dadgehê ji 13 kesên girtî di nav de nûçegihana DÎHA’yê Ozlem Aguş jî heyî biryara serbest berdana 9 kesan da û doz taloq kir.