Ji doza ‘KCK’ê’ a Êlihê tu kes nehate berdan
Ji doza ‘KCK’ê’ a Êlihê tu kes nehate berdan
Ji doza ‘KCK’ê’ a Êlihê tu kes nehate berdan
Li Êlihê di 5’ê Sibata 2012’an de di bin navê “Meclisa Bajar ya KCK’ê” operasyon pêkanîn û di çarçoveya operasyonê de di derbarê 14 jê girtî 40 kesan de doz hatibû vekirin. Îro doz pêkhat û tu kes serbest nehate berdan.
Li Êlihê di 5’ê Sibata 2012’an de di bin navê “Meclisa Bajar ya KCK’ê” de polîsên AKP’ê operasyon pêkanîbûn û di çarçoveya operasyonê de derbarê 14’ê girtî 40 kesan de doz hatibû vekirin. Îro li 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê 12’mîn rûniştina dozê pêkhat. Di rûniştina dozê de girtî, 4 bersûcên serbest tên darezandin, xizmên girtiyan û parêzer tevlî bûn.
Di dadgehê de ji girtiyan Erdal Tuncel parastin kir û got, hemû xebatên siyasî îllegalize kirine. Tuncel anî ziman ku, dozger û dadger qanûnan çênakin, qanûnan siyasetmedar çêdikin, dozger û dadger jî erkdarin ku van qanûnan bînin cih. Lê belê dozger û dadger zagonên niha heyî pêknaynin.
Hemû girtiyan îfadeyên şahidê nepenî qebûl nekirin û tahliyeyên xwe xwestin. Piştî wê parêzeran parastin kir. parêzeran daxwaz kir ku, hemû muwekîlên wan serbest bêne berdan.
Piştî parastinan, heyeta dadgehê jib o daxwazan binirxîne navber da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê daxwazên tahliyeyê redkirin û biryara girtîmayîna hemû girtiyan da. Her wiha doz jî taloqî 5’ê Kanûnê kir.