Ji DODEF’ê panela Mereş û Roboskê
Ji DODEF’ê panela Mereş û Roboskê
Ji DODEF’ê panela Mereş û Roboskê
Komîsyona Dîroka Zimanê Kurdî ya Însiyatîfa Bogazîçî ya Federasyona Komeleya Xwendekarên Demokratîk (DODEF), der barê komkujiya Mereş û Roboskê de panel pêk anî.
Panela ku moderatoriya wê endama HDP PM Pispor Dr Nuket Sîrman kir, Azîz Tunç, şahidê komkujiya Mereşê Şêxê Demîr, ji komeleya Elewiya a Azad û Demokratîk Bulent Felekoglu û endama MYK HDP’ê Gulfer Akkaya wek axaftinker tevli bûn.
Şahidê komkujiya Roboskê Faruk Encu û dayika Serhat Encu yê hat qetilkirin Halîme Encu bi skype tevli panelê bûn.
Di panelê de hate diyar kirin ku ji bo komkujiyên Roboskê û Mereşê dewlet rastiyan berovajî dike û ev jî ne adîlane ye û wiha hat gotin: “Her du komkujî dişibin hev.”
Şahidê komkujiyê Faruk Encu dema komkujiyê vegot diyar kir ku ew di bin kontrola dewletê de pêk hatiye. Dayik Halîme Encu jî ji bo têkoşîna edeletê ya du salan piştgirî xwest.