Ji DMME'yê têkilî doza Zarakolu biryara binpêkirinê

DMME'yê biryar li ser da ku daraza Tirk azadiya nivîskar Ragip Zarakolu binpê kiriye.

Serlêdana nivîskar, weşangêr û akademîsyen Ragip Zarokolu ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkilî daraza Tirk ku bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye'', biencam bû. DMME'yê biryar li ser da ku xala 5 û 10'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ya têkilî ''ewlehî û heqê azadiyê'' û azadiya derbirînê' hatiye binpêkirin.

Parêzer Benan Molu li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal biryar ragihand û got, DMME'yê diyar kiriye BDP partiyeke siyasî ya yasahyî ye, ne sûc e ku li akademiyê ders were dayin û biryar da ku mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin. Molu got, ''Têkilî dozên KCK'ê biryara pêşî ya binpêkirinê ya têkilî xalên 5/1 û 10'an.''