Ji CPJ’ê bo Erdogan name

Ji CPJ’ê bo Erdogan name

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji bo serokwezîrê Tirk Erdogan nameyek nivîsî û diyar kirin ku ew ji krîza azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê bi fikarin.

Rêxistinê bi hevkariya wezareta dadê name gihand Erdogan û  di nameyê de tê diyar kirin ku di cotmeha 2012’an de der barê azadiya çapemeniyê ya tirkiyeyê de raporek hatiye amadekirin û got di raporê de behsa girtina rojnamegeran, lê pirsîna der barê rojnamegeran û zextên li ser rojnamegeran tê kirin.

CPJ da zanîn ku ligel ku di ser de salek derbas bûye jî hawira çapemeniyê ya welat gelek zehmet derbas dibe û got fikarên wan hene. Her wiha hat destnîşan kirin ku rojnameger ji ber ku karê xwe dikin tên girtin û nûçeyên ku polîtîkayên hikûmetê lêpirsîn dikin, bi terorê ve tê girêdan. Di nameyê de di mijara azadiya çapemeniyê de ev fikar hatin rêzkirin;

-Gotinên desthilatdariyê yên li dijî çapemeniyê, dozgerên bi hewes  dide pey, kesê xwedî nêzîkatiya rexnekir. Desthilatdarî cesaretê dide dozgeran.

-Sernavên xesas û nûçeyên xesas bi hameleya hikûmetê sansurkirin.

- Ji bo bêdengkirina çapemeniya civakî, ji kesên fermî tehdîd.

-Çapemeniya civakî ji aliyê Rayedarekî ji cemawerî ve ji bo ku rojnamegerekî serbixwe reş bike, tê bikaranîn.

-Rojnamegerên çalaki yên Parqa Gezî ragîhandin û çapemeniyên nûçe weşandin rastî zextan hatin.

Di rapora rojnamegeran a di meha qanûna 2012’an de hat weşandin de derket holê ku Tirkiye bi  girtina 49 rojnamegerî di rêza yekemîn a cîhanê de ye.  Her wiha di nameyê de hat diyar kirin ku îsal di meha Çile de 11 rojnameger bi îdiaya endamê rêxistina îlegalin hatine girtin.

Nameyê wiha berdewam kir: “Bi qasî qanûn û qedexeyan gotinê rayedarên hikûmetê jî atmosferê diguherîne. Di krîza çapemeniyê ya Tirkiyeyê de rolek girîng dilîze. Rayedarên Dewletê jib o rojnamegeran dibêjin ‘terorîst’ û ev jî darazê dike nava tevgerê.

Her wiha di nameyê de hat destnîşan kirin ku cigirê serokwezîrê tirk Bulent Arinç di dema çalakiyên parqa Gezî de gotiye hikûmet dikare înternetê qut bike. Ligel vê di nameyê de behsa qedexekirina weşanê ya piştî komkujiya Reyhaliyê tê kirin.

Name bi van bangan dawî dibe:

-Divê rojnamerên li bende darizandinê ne bên berdan.

-Divê rojnamegerên ceza girtine, dozên wan ji nû ve li ber çavan bê derbaskirin.

-Divê nûçe û şîrove  nebin mijara darizandinê û wek delîlê sûc neyê dîtin.

-Her wiha divê nûçeyên polîtîkayên dewletê didarizîne wek terorê neyê dîtin.

-Divê li Tirkiyeyê dawî li zextên li ser çapemeniyê bê dayîn.

-Divê helwesta polîsan a li dijî rojnamegerên di protestoyên Gezî de nûçe çêdikirin li ber çavan bê derbaskirin û der barê polîsên ku êrîşê rojanmegeran kirin, rojnameger asteng kirin de lêpirsîn bê destpêkirin.

- Divê di qanûna têkoşîna bi terorê re reform bê kirin. Divê gotina ‘terorê’ bê tengkirin an jî bi aşkera bê tarîfkirin. Divê di vê qanûnê de biçin guherînnan û bi saziyên azadiya çapemeniyê û navnetewî re bikin nava hevkariyê.