Ji bo YPG û HPG'iyan mewlûd

Ji bo YPG û HPG'iyan mewlûd

Ji bo gerîlayên HPG û YPG'ê yên di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane konê sersaxiyê hatin vedan û mewlûd hatin dayîn.

MÊRDÎN

Ji bo şervanê YPG'ê Mahmut Kabak (Firat Rojava) ku di 19'ê Cotmehê de li herêma Mebrûka ya Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Qurxî yê Dêrika Mêrdînê konê sersaxiyê hat vedan. Di nava wan de hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Februniye Akyol jî hebûn bi sedan welatî çûn sersaxiya malbata Kabak. welatiya bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin"berz kirin û heta konê sersaxiyê meşiyan. Girse ji hêla malbata Kabak ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di serdanê de got ku ev sedsal sedsala gelê Kurd e û wiha axivî: "Îro li Kobanê berxwedana destanî tê dayîn. Ev berxwedan dê navê Kurdan li dîrokê binivîsîne. Berxwedana Kobanê gelê Kurd bi dinyayê da nasandin.

Piştî axaftina Turk birayê Kabak Ahmet Kabak jî ev tişt anî ziman: "Birayê min şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê hemû gelê Kurdistanê sax be."

Konê sersaxiyê wê 3 rojan vekirî bimîne.

ŞIRNEX

Şervanê YPG'ê Ebubekir Katar (Pîro Cûdî) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Avga Masya yê Şirnexê mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn û bênavber "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Dayika Katar Hulya Katar bi şermezarkiirna komkujiyên li hember Kurdan tên meşandin dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Pîro Cûdî ne tenê şehîdê me ye, ew şehîdê hemû Kurdan e. Min di vê têkoşînê de kurê xwe da, heta ku Rêber Apo û gelê Kurd azad bibin em ê vê têkoşîna xwe bidomînin."

Piştî axaftinê mewlûd hat xwendin û piştî xwarinê mewlûd bi dawî bû.

WAN

Li navçeya Ebexê ya Wanê ji bo Habîp Koç (Tufan Tendurek) ê HPG’î yê di 23’ê Cotmehê de li navçeya Qaqizmanê ya Qersê bi 2 hevalên xwe ve di kemînê de hate qetilkirin mewlûd hate dayîn. Gelek welatî û Serokê DBP’êyê Wanê Musa Îtah, rêveberên DBP’ê yên Ebexê, Hevşaredarên Erdîşê beşdarî mewlûdê bûn. Piştî rêzgirtinê peyama ji aliyê Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê ve hate şandin, hate xwendin. Piştî peyamê Musa Îtah axivî û diyar kir ku gelê Kurd dê zarokên xwe yên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane ji bîr nake û wiha got: “Em şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê weke gelê Ebexê, gelê Wanê û hemû gelê Kurdistanê ji bo xwedîlêderketina xeyalên şêhidên xwe pêk bînin têbikoşin. Bila dost jî dijmin jî baş bizanibin ku ji bilî rêya azadiyê tu rêyên din wê gelê Kurd qebûl neke.” Mewlûd bi îkramên hatin kirin bi dawî bû.

BISMIL

Cenazeyê Ferhat Geçît (Rênas Amed) ê li Kobanê di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî li Rihayê otopsî hate kirin anîn Amedê û ji wir jî ji bo bê definkirin ber bi Êlihê ve derxistin rê. Cenaze li Bismilê ji aliyê bi hezaran kesan ve bi dirûşma “Şehîd namirin” “Bijî berxwedana Kobanê” hate definkirin. Welatî li pey wesayîta cenaze heta derveyî navçeyê çûn.

Dema rêkirina cenaze de komek ciwan û dayikan riya Bismil û Êlihê ji trafîkê re girtin. Ji ber girtina rê, di rê de gelek wesayît rêz bûn û ajakoran jî bi qorneyan caneze slav kirin.

Piştî cenaze çû rê cardin ji bo trafîkê hate vekirin. Welatiyên ji vir bi dirûşman heta navenda navçeyê meşiyan li jir çalakiya xwe bi dawî kirin.