Ji bo xwedîlêderketina televîzyonan KCDK-E’yê bang kir
Ji ber ku hevkarê AKP’ê Eûtelsat dixwaze televîzyonên Kurdan bigire KCDK-E’yê banga çalakiyan li Kurdan kir.
Ji ber ku hevkarê AKP’ê Eûtelsat dixwaze televîzyonên Kurdan bigire KCDK-E’yê banga çalakiyan li Kurdan kir.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) li hemberî daxwaza Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurdan bigire, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Daxuyaniyê bi gotina “Divê Eûtelsat bi gotinên Erdoganê dîktator neke” dest pê kir û di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“EÛTELSAT, bi biryara Saziya Radyo û Televîzyonê ya ya Bilind a Tirkan (RTUK) dixwaze weşanên televîzyonên Kurdan News Channel Tv, Stêrk Tv û Ronahî Tvyê ji ser Hotbîrdê bide sekinandin.
Li Tirkiyeyê di nava salekê de 150 televîzyon, radyo û rojname hatin girtin û bi sedan rojnameger hatin girtin. Li gorî rapora Rojnamevanên Sînorneas (RSF) a sala 2017’an Tirkiye di nav welatên ku herî zêde azadiya çapemeniyê lê tê astengkirin di nav 180 welatan de di rêza 155’an de ye.
Desthilatdariya AKP’ê dixwaze binpêkirina azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê jî bike. Di vê çarçoveyê de Saziya Radyo û Televîzyonê ya ya Bilind a Tirkan (RTUK) ji bo televîzyonên Kurdan biryara girtinê distîne û vê biryara xwe ji saziyên Ewrûpayê re radigihîne.
Di Rezbera 2016’an de bi biryara EÛTELSAL Û RTUK’ê weşana Med Nûçe Tv û Newroz TV ya li ser Hotbîrdê hatibû astengkirin; ligel ku Eûtelsatê doza li Fransayê hatibû vekirin winda kiribû jî, ji vê biryara xwe paş ve venegeriya û cezayê tazmînatê lê hatibû birrîn.
Hikûmeta Tirkan dîsa nivîs ji EÛTELSAT’ê şandiye û dixwaze weşana News Chanell Tv, Stêrk Tv û Ronahî Tv’yê ya li ser Hotbîrê were sekinandin.
Kargeha Eûtelsatê ligel faşîzma AKP’ê dixwaze medyaya Kurdan bêdeng bike. Li hemberî vê biryara ku ti sedema wê ya hiqûqî û exlaqî tune, parastina medyaya Kurdan peywira hemû kesî ye.
Em, KCDK-E bang li hemû parlementer, endamên çapemeniya azad, rêxistinên saziyên sivîl û saziyên navneteweyî dikin ku bila têkevin nav hewldanan.
Azadiya medya û fikrê mafekî bingehîn e û divê ji bo her kesî were parastin.”
ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ, DÎPLOMASÎ, KAMPANYA…
KCDK-E ji bo xwedîlêderketina televîzyonan tiştên divê were kirin wisa rêz kir:
1. Li pêşiya Eûtelsatê ya li Fransayê lidarxistina çalakiyên girseyî yên protestokirinê.
2. Li pêşiya Eûtelsatê domandina çalakiyan.
Di 9’ê Gulanê de li pêşiya Eûtelsatê bi beşdariya rojnamevan, akademîsyen, ronakbîr û endamên çapemeniyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî.
Li welatên Elmanya, Swîsre, Îngîltere, Îskandînavya, Hollanda, Belçîka û li hemû welatên din ên cîhanê li pêşiya saziyên medyayê yên navneteweyî lidarxistina çalakiyên girseyî.
Li hemû welatan divê ligel dostên Kurdan dîplomasiyek were kirin û pê li ser Eûtelsatê were kutandin.
Peyamên prostestoyê ji maîla Eûtelsatê ([email protected]) û ji faksa 0033153983700 re were şandin.
Em li hemberî vê biryara bêhiqûqî û antîdemokratîk li ser malpera www.protest-eutelsat.com kampanyaya îmzeyan vedikin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi awayekî girseyî beşdarî vê kampanyayê bibin.