Ji bo şervanê YPG'ê Abukan mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Abukan mewlûd hat dayîn

Ji bo şervanê YPG'ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) ku di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de dema korîdora ewlehiyê diparast di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest da mewlûd hate dayîn.



Ji bo şervanê YPG'ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) ku di 9'ê Îlonê de dema ku korîdara ewlehiyê ya di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de diparast di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû li Taxa Şamranaltı ya Wanê mewlûd hate dayîn. Malbata Abûkan, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bekîr Kaya û Hatice Çoban dîsa Hevşeradera Îpekyolu Aygul Bîdav, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevlî mewlûdê bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên YPG'iyên şehîd ketine di cihê mewlûdê de hatin daliqandin. Bernameyê piştî rêzgirtinê bi axaftinan dewam kir û mewlûda Kurdî hate xwendin.

Piştî dayîna xwarinê mewlûd bidawî bû.