Ji bo Serkan Tosûn YEK-KOM çalakiyên bîranînê lidar dixe

Ji bo Serkan Tosûn YEK-KOM çalakiyên bîranînê lidar dixe

Endamê MLKP Serkan Tosûn ê ji Stenbolê tev li şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû û di pevçûnên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da, dê li bajarên Elmanya Koln, Dortmûnd û Lûdwîgshafenê bi çalakiyekê were bîranîn.

Bîranîna li bajarê Kolnê dê roja Pêncşemê saet di 18:00 de li komeleya "Mala Kurdan" pêk were.

Tosûn wê di 19'ê Îlonê de li bajarê Dortmûndê li navnîşana Beuth str 21, 44147 Dortmund saet di 18:30'an de bi çalakiyekê were bîranîn.

Merasîma bîranîna ya li bajarê Lûdwîgshafenê jî wê saet di 15:00 de li Komeleya Çanda Kurd a li kolana Otto-Stabel-Str 2 a bê lidarxistin.

Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Kolnê dijîn kir, ku beşdarî çalakiya bîranînê bibin.