Ji bo şahidên veşarî sîgorteya tenduristiyê

Ji bo şahidên veşarî sîgorteya tenduristiyê

Di rojên pêş de dê guherînên di qanûna Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî û Sîgorteyên civakî  li Meclisê bê nîqaşkirin û  tê pêşniyar kirin ku şahidên veşarî yên di dozên cuda de îfadê didin dê ji bo wan ewlehiya sîgorteya tenduristiyê bînin.

 Ji aliyê serokwezîrtiyê ve rojek berê pêşnûmeyeke der barê Guherînên Hinek Qanûnan de û Qanûna Sîgorteya Tenduristiya Giştî û Sîgorteya Civakî ve ji Meclîsê re  şand û  xaleke krîtîk ya ku dê raste rast bandorê li ser dozên girîng yê rojevê bike hat zêdekirin.

Li gorî pêşnûmeyê di çarçoveya Qanûna Pastina Şahidan de  kesên der barê mafê wan de tedbîrên parastinê tên girtin, dê wek sîgortevanê tenduristiyê yê giştî bê hesibandin.  Di serî de dozên girîn yên Tirkiyeyê û dozê krîtîk de kesên şahidiya veşarî dikin dê bibin sîgorteyî.