Li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li bajarên Stenbol, Kocaelî, Tekîrdag û Edîrneyê çalakî lidar xistine. Hate ragihandin ku gelek wesayit û kargeh hatine şewitandin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî çalakiyên ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em 4'ê Nîsanê ku tê wateya bûyîna tevahiya gelê Kurd, di serî de li Rêber Apo li gelê me pîroz dikin û dibêjin, bi azadiya Rêber Apo em bibin bersiv ji vê bûyîna bi wate re."

LI STENBOL, TEKÎRDAG, EDÎRNE Û KOCAELIYÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên hatin lidarxistin ev agahî hatin parvekirin:

"1'ê Nîsanê li Stenbol-Beykozê 4 yat ên faşîstên AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

1'ê Nîsanê li Tekîrdag-Mûratliyê depoyeke nalbûr a nokerên AKP/MP'ê û tecawizkarekî, her wiha 2 wesayitên depoyê hatin şewitandin.

2'ê Nîsanê li Edîrne-Havsayê febrîqeyeke tekstîlê ya faşîstên AKP/MHP'î hatin şewitandin.

2'ê Nîsanê li Kocaelî-Çayirovayê febrîqeya plastîk ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

3'ê Nîsanê li Stenbol-Avcilarê li dijî ciwanên Ocaxên Osmanî çaakî hate lidarxistin û 5 wesayitên luks hatin şewitandin.

3'ê Nîsanê li Stenbol-Fatîhê 7 wesayitên AKP'iyên faşîst û tecawizkar ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

3'ê Nîsanê li Stenbol Avcilar Bakirkoy Kadikoy û Ataşehîrê ji bo rojbûna Rêber Apo bi fîşekên hewayî xwepêşandan hate lidarxistin."