‘Ji bo Roboskiyê em rehet ranazin û nadin razandin’

Di daxuyaniya meha 126’emîn a komkujiya Roboskiyê de peyama, “Ji bo Roboskiyê em rehet ranazin û nadin razandin” hat dayîn.

Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskiyê, têkildarî meha 126’emîn a Komkujiya Roboskê ku 34 kesên ku 19 jê zarok bûn di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê Şirnexê hatibûn qetilkirin, li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Careke din Roboskê pêk neyê” hate vekirin.

Endamê Hewldana Edaletê ya Ji bo Roboskiyê Tanjû Gunduzalp ê di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku lêpirsîna komkujiyê bi neşopandinê hate girtin û wiha got: “Bi destê rêveberî, siyaset, daraza sivîl, daraza leşkerî û hiqûqa navnetewî hewl tê dayîn li ser Komkujiya Roboskiyê bê girtin.”

‘SÎNORÊN DEWLETÊ JÎ YÊ DEMOKRASIYÊ JÎ ROBOSKÎ YE’

Gunduzalp anî ziman ku Komkujiya Robosiyêê tenê yek ji wan cinayetan e ku dewlet jê berpirsyar e û wiha berdewam kir: “Sînorê dewletê jî yê demokrasiyê jî Roboskî ye. Sînorê çareseriyê jî Komkujiya Roboskiyê ye. Li dijderketina sînoran jî sînorê rêya diçe aştiyê jî; edaleta ji bo Roboskiyê ye.”

Gunduzalp ê qala helwesta darazê kir, diyar kir ku daraz piştevaniya desthilatan dike û got: “Em alîgirê jiyana bi hev re ne. Li dijî tundiya dewlet û desthilatê heta em ji bo Roboskiyê û hemû komkujiyan edaletê pêk neyînin em rehet narazin û nadin razandin jî. Li ser vê axê rêya edalet û aştiyê dê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye.”