Ji bo Patriot bên bicih kirin dê keşîfa cih bikin

Ji bo Patriot bên bicih kirin dê keşîfa cih bikin

Serokatiya Serfermandariya Tirk daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, ji sibe û pê ve heyeta ku ji mutefîkên Tirk û NATO dê pêk bê, ji bo ka dê fuzeyên patriot li kuderê bên bicih kirin dê keşîfê bikin.

Piştî Tirkiyeyê ji bo fuzeyên patriot li ser sînor bicih bike daxwaz ji NATO kir, îro Serokatiya Serfermandariya artêşa Tirk daxuyaniyekî nivîskî weşand û da diyarkirin ku, ji sibe û pê ve ji bo fuzeyên patriot bêne bicih kirin dê keşîfan bikin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Serfermandariyê ve hate kirin, hate gotin ku, “Bi armanca ku NATO piştgiriyê bide sîstemam me ya hewayê, weke welat daxwaza ku ji NATO hatiye kirin û di encamê de bersivek erênî hate dayîn, dê 27’ê Mijdara 2012’an heyetekî ji mutefîkên Tirk û NATO pêkhatî, ji bo Sîstema Parastinê ya Fûze û Hewayê Patriotê bicih bikin, dê keşîfa cih bikin.”

PATRÎOT Û SÎSTEMA FUZE LI DIJÎ SÛRIYEYÊ

Di daxuyaniya ku tê de hate gotin, ev system li dijî pêşveçûnên li Sûriyeyê ye û ev tişt hatin gotin: “Avakirina Sîstema Parastinê ya Fuze û Hewayê tenê li dijî gefên fuze û hewayî yên Sûriyeyê, tenê tedbîrekî bi armanca parastinê ye.”

DÊ LEŞKERÊN BIYANÎ BÊN

Leşkerên biyanî yên ji bo Sîstema Parastinê ya Fuze û Patriot ku dê bên Tirkiyeyê, dê li gorî hevpeymana NATO SOFA li gorî Plana Parastina Hewa ya Daîmî ya NATO bêne erk darkirin.