Ji bo Ocalan li Rennesê standa îmzeyan

Ji bo Ocalan li Rennesê standa îmzeyan

Li bajarê Lorient yê herêma Rennes ya Fransayê Partiya Komînîst ya Fransayê (PKF) ku cara 21’mîne Fete Humainiter (Cejna mirovahiyê) pêktîne, Kurdistaniyên li navenda bajarê Lorientê jiyan dikin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa îmzeyan vekirin.

Di standê de broşûrên bi zimanê Fransî yên ku binpêkirinên mafê mirovan yên li Tirkiyeyê vedibêjin û belavok hatin belavkirin.

Şahiya ku dê sê rojan berdewam bike, dê komên muzikê yên cûda, sînema bêne nîşandan û konferans bên pêkanîn. Di şahiya li herêma Rennesê rêxistinên cûda jî stand vekirin, çav lê ye ku roja Şemî û Yekşemê bi deh hezaran kes tevlî bibin.

Standa îmzeyan ya ji bo rêberê gelê Kurd hatiye danîn, di roja yekem de eleqeyek mezin nîşandan. Şahiya ku çapemeniyên netewî û herêmî dişopînin, heya direngî şevê dom kir.