Ji bo Mîtînga Karkeran a Îzmîrê ya Mezin bangawazî
Ji bo Mîtînga Karkeran a Îzmîrê ya Mezin bangawazî
Ji bo Mîtînga Karkeran a Îzmîrê ya Mezin bangawazî
Rêxistinên kedê, ji bo şermezarkirina taşerontiyê, ku di 22’ê Îlonê de wê li Îzmîrê “Mîtînga Karkeran a Îzmîrê ya Mezin” lidar bixin banga tevlîbûnê kirin.
Li Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser hezar û 170 karkerên ku di karê taşeron, li Îz-Enerjî yê park bahçe dixebitin di 1’ê Cotmehê de wê ji kar bên derxistin û ji bo şermezarkirina taşerontiyê di 22’ê Îlonê de “Mîtînga Karkeran a Îzmîrê ya Mezin” wê bê lidarxistin. Beriya mîtîngê rêxistinên kedê yên bang li raya giştî kirin, li Baroya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Nûnerê Herêma Ege ya DÎSK’ê Memîş Sari, Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên Îzmîrê ya KESK’ê Bulent Çuhadar, endamê Desteya Koordînasyona Bajêr a Îzmîrê ya TMMOB Melîh Yalçin beşdarî civînê bûn.
Memîş Sari yê di civînê de axivî got ku li Meclîsê û herêmê sazî û dezgeh di mijara taşerontiyê de gelek caran hişyar kirine û wiha axivî: "Em ji vir banga xwe dubare dikin. Em heta 19’ê Îlonê parlamenter û serokên bajêr vedixwînin sendîkaya xwe. Em ê parlamenterên tevlî vexwandina me bûne û yên nebûne di mîtînga xwe ya mezin a 22’ê Îlona 2014’an de bi raya giştî re parve bikin.”
Bulent Çuhadar jî diyar kir ku li dijî taşerontiyê pêwîstî bi platformeke ku tevayî rêxistinên sivîl û siyasî yên kedê têde cih bigirin û gavên bi bandor biavêje heye.”
Civîna çapemeniyê bi beşa pirs, bersivan bi dawî bû.