Ji bo mîtînga bo piştevaniya Rojava bang
Ji bo mîtînga bo piştevaniya Rojava bang
Ji bo mîtînga bo piştevaniya Rojava bang
BDP di 24’ê mijdarê de bi şîara ‘Berxwe bide Rojava Stenbol ligel teye’ li Kadikoyê mîtîngê pêk tîne.
BDP’a Stenbolê, di 24’ê mijdarê de li Qada Kadikoyê bi şîara ‘Berxwe bide Rojava Stenbol ligel te ye’ mîtîngekê pêk tîne.
BDP’a Stenbolê civînek pêk anî û bang li gelê Stenbolê kir ku ji bo piştevaniya gelê Rojava bila tevli mîtîngê kir. Hevserokên BDP’a Stenbolê Arîfe Çinar, Emrullah Bîngol û lijneya rêveberiyê tevli bû.
Arîfe Çinar axivî û da zanîn ku Şoreşa Roava ji bo gelê herêmê rizgariyeke mezine û wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava şoreşa nasname û baweriyane. Şoreşa Rojava şoreşa gelane.
Hemû gelên di bin zextên rejîmên mêtînger de pêşeroja xwe înaş dikin. Rêveberiya li Rojava hatiye avakirin modeleke ku wekheviya hemû gelan esas digireye. Şoreşa Rojava ji bo gelên din jî derfetên gelek baş afirandine.”
Çinar anî ziman ku di 24’ê mijdarê de bi şîara ‘Berxwe bide Rojava Stenbol bi te re ye’ dê li Kadikoy3e bên cem hev û mîtîngekê pêk bînin. Çinar bang li hemû gelê Stenbolê kir ku tevli mîtîngê bibin.
Her wiha hevserokê BDP’a Stenbolê Emrullah Bîngul, hevseroka BDP’ê Gultan Kişandak, hevseroka HDP’ê Sebahat Tuncel, hevserokê KCD’ê Ahmet Turk tevli mîtîngê bibe.