Ji bo meşa di 4’ê Tîrmehê de ya li Kolnê bang hate kirin

Li Kolnê li dijî desthilatdariya AKP û MHP’ê wê meşeke girseyî were lidarxistin. Ji bo meşa di 4’ê Tîrmehê de bang hate kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Pêkhateya Yekîtiya Neteweyî ya Ewropa Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk wê meşeke girseyî li dar bixe.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Pêkhateya Yekîtiya Neteweyî ya Ewropa Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dema krîza dewleta Tirk kûr dibe, êrîşî hemû hêzên mixalif dike, rojnameger, nivîskar, hevşaredar, parlementer û şoreşgeran digire. Girtîgeh bûne navenda êşkencexaneyê. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê welatparêzê 76 salî Bedrî Bozkûrt ji ber krîza dil rehmet kiribû lê AKP mafya, tecawizkar û kujerên jinan serbest berdide. A niha 500 girtiyên nexweş jî li ber xwe didin.

Desthilatdariya AKP’ê her roj bi çend balefiran Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman dike û li van qadan gelek sivîl qetil kiriye. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker li Heftanînê dest bi dagirkeriyê kiriye lê li hemberî berxwedana gerîla nikare gavekê jî biavêje. AKP’ê herî dawîn li Kobanê bi balefirên şer 3 jin, li Silêmaniyê jî 2 zarok qetil kir.

Herî zêde emperyalizma Elmanya, NATO û DYE piştgiriyê didin dewleta Tirk. Di destê dewleta Tirk de çek û bombe hene û welatên Ewropayê van çek û bombeyan difiroşin Tirkiyeyê.

Di heman demê de hikumeta Iraqê û Hikumeta Federe ya Kurdistanê jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e û ew jî dibin hevkarên sûc ên dewleta Tirk.

Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk em ê dakevin qadan. Bi şîara ‘Em rê nadin dagirkerî û faşîzmê’ em ê di navbera 1-4’ê Tîrmehê de çalakiyan li dar bixin û di 4’ê Tîrmeha 2020’an de jî li Kolnê bi meşa girseyî dengê xwe bigihînin cîhanê. Em bang li hemû welatparêz, şoreşger û Elewiyan dikin ku bila tevlî vê meşa di 4’ê Tîrmehê de bibin. Meş saet di 14.30’an de wê li pêşiya Dêra Domê were destpêkirin.”