Ji bo Kobanê li 15 navendên Îtalyayê wê meş bên lidarxistin
Ji bo Kobanê li 15 navendên Îtalyayê wê meş bên lidarxistin
Ji bo Kobanê li 15 navendên Îtalyayê wê meş bên lidarxistin
Li gelek welatên cîhanê, ji bo meşên 1'ê Mijdarê yên ji bo Kobanê, amadekarî zêde bûn. Li Îtalyayê wê li 15 navendan meş bên lidarxistin û ji bo van meşan rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, partiyên siaysî civînên amadekariyê lidar dixin.
Meşên global ên 1'ê Mijdarê li ser banga Komîsyona Sivîl a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (EUTTC) bi dirûşma "Ji bo Mirovahiyê û Kobanê Cîhan li dijî DAIŞ'ê dimeşe" tên lidarxistin, Kurd û dostên wan ên li Îtalyayê xistin nava tevgerê.
Di 1'ê Mijarê de, Roma, Mîlano, Torîno, Pîsa, Legge, Caglîarî, Sassarî, Brescîa, Genova, Ancona, Napolî, Venedîk û Palermo jî di nav de wê li 15 navendan meş bên organîzekirin.
Ji van meşan, bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Ararat, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, Tevna Dostaniyê ya Kurdistanê û Komeleya Senza Confina, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, partiyên siyasî û xwendekarên zanîngehê civîn hatin lidarxistin.
Di civînan de amadekariyên meşên 1'ê Mijdarê hatin nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku alîkariya însanî ji Kobanê re bê kirin, di navbera şaredariyên Roajva û şaredariyên Îtalya de hevdîtinên 'şaredariyên bira' werin kirin û di nava meha Mijdarê de heyetek ji rojnamevan, parlamenter û parêzvanên mafên mirovan biçe Rojava, raporekê amade bike û pêşkêşî parlamenta Îtalyayê bike.