Ji bo Katarê qerta zer!
Ji bo Katarê qerta zer!
Ji bo Katarê qerta zer!
Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Civaka Sivîl yên cuda, ji ber mirina karkerên penaber yên di înşata stadyuma ji bo Kupaya Cîhanê ya 2022’an tê çêkirin, qerta zer şand Katarê. NY’ê ji FIFA’yê xwest ku di mijara mirin û mêtîngeriya kakerên penaber bikevin nava tevgerê û serokê UEFA’yê Mîchel Platînî da zanîn ku ew ji ber mirinên kakeran bi fikarin.
Ji welatên Nepal, Tayland û Bangladeşê 1.2 mîlyon karkerên penaber li Katarê dixebitin û ji ber mirinên di înşata stadyuma Kupaya Cîhanê de zêde bû, Katar rastî bertekên tund yên qada navnetewî hat. Saziyên Mafê Mirovan da zanîn ku fikara wan heve ku heta sala 2022’an dê hejmara karkerên jiyana xwe ji dest bide bigihêje 4 hezarî.
Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ya girêdayê NY’ê daxuyanî da û bagn li FIFA’yê kir û got ger ewlehîhiya karkerên penaber nekin bi standartên gerdunî û bila Kupaya Cîhanê ji Katarê bê girtin.
Dîktatorê welatên Ereb yê ILO Nada El Nasîf jî da zanîn bandoreke cidî ya FIFA’yê li ser Katarê heye û got li dijî vê bikeve nava tevgerê dê şert û mercên karkeran baş bibe.
Wezîrê sporê yê hikûmeta Îngîlîz Hugh Robertson, der barê mijarê de ket nava tevgerê û got şerta yekemîn ya ku divê ev organîzasyonên mezin ji bo van welatan bê dayîn eve ku divê standartên ewlehî û tenduristiya karkeran bê dayîn.
Parêzerê ji Nepallê Ramesh Badal ku parêzeriya malbatên ku zarokên xwe wenda kirine dike, diyar kir ku kidvê FIFA ji Katarê bixwaze ku şert û mercên karkeran baş bikin an jî dê ji destê wan vê organîzasyonê bigirin.
Li Katarê di navbera 4’ê hezîran û 8’ê tebaxê de 44 karkerên Nepallî jiyana xwe ji dest dan. Ligorî hejmara hikûmeta Nepalê ji sala 2012’an heta niha 70 kesên ji Nepalî li Katarê di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest dane û bi sedan jî birîndar bûne.
Di çarçoveya organîzasyona Kupaya Cîhanê ya 2022’an de stada 140 mîlyar Euroyê tê çêkirin. Tê payîn ku heta sala 2022’an 500 hezar penaber bên Katarê.