Ji bo karkerên di kana komirê de hêvî diqedin

Ji bo karkerên di kana komirê de hêvî diqedin

Ji bo 18 karkerên di kana komirê ya Has Şekerler Madencilik a Karamanê de ji ber teqîna rû da û avê asê man her diçe hêvî kêm dibin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Taner Yildiz, got ku li herêmê 5 kanên komirê hene, du ji wan piştî kontrolê hatine girtin û sê ji wan jî niha dixebitin. Wezîr Yildiz diyar kir ku 18 karker niha di bin erdê de ne û av jî ji her du saetan metreyekê zêde dibe û asta avê ji beşa ku niha karker têde ne hê zêdetir e.

Wezîr Yildiz diyar kir ku kan di meha Hezîranê de ji ber kêmasiyên têde hatibû girtin, wextek jêre hatibû dayîn û piştî 3 mehan ku kêmasî hatin temamkirin kan careke din hatiye vekirin.   

Di vê navberê de bi sedan karkerên ji bo li Soma şert û mercên kar bên başkirin ber bi Enqereyê ve dimeşin, çalakiya xwe ya Enqereyê betal kirin û biryar girtin biçin kana komirê ya Has Şekerler Madencilik a Karamanê.