Ji bo jinan qanûna vegera malê!

Ji bo jinan qanûna vegera malê!

Hikûmet ‘Pakêta îstîhdama jinê’ di meha cotmehê de tîne rojeva meclisê. Lê  gotin wezîrê xebatê  ya wekê ‘Ev pakêt pakêteke ku hem jinê baş îstîhdam dike û hem jî nifşên bi tendurist digihîneye, di warê muhafazekirina nifşê ciwan de gelek balkdar hatiya amadekirin’ fikarên der barê îstîhdama jinê de zêde kir. Patronên ku difirkirin bi pakêtê re barê aborî zêde dibe, ji niha de girtina xebatkarên jin da rawestandin. Sekretera giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, ji bo pakêtê wiha got: “Ji bo jina dixebite, pakêta teşwîqa zarokan.

PAKÊT DI MEHA COTMEHÊ DE LI MECLISÊ YE

Li gorî wezîrê xebat û civakî Faruk Çelîk, ‘Pakêta îstîhdama Jinê’ di meha cotmehê de dê bê rojevê û di meha mijdarê de bibe qanûn. Di pakêtê de xalên teşwîqê yên wekê,  destûra dayiktiyê ya jinên nû zarok anîne dinê, ji 16 hefteyê derxistine 20-24 hefteyan, nîv rojê dê bixebitin û ev jî wekê ku tam rojekê xebitiye prîmên wan razan, li cihên kar vekirina kreşan, ji bo jina welidiye garantiya vegera kar dayîn, hene.

Pakêt li şûna ku tevlibûna jinê ya qada kar zêde bike, dayikbûnê teşwîq dike.  Gotina wezîr Çelîk ya wekê;Ev pakêt pakêteke ku ji bo jin hem baş îstîhdam bike û hem jî nifşên tendurist  bigihîne û nifşê ciwan baş biparêze de, baş hatiye amadekirin’ bi talîmata Erdogan ya wek ‘ 3-5 zarokan çêbikin’ re hat cem hev û vê fikar zêde kirin.

JI PATRONAN HIŞYARÎ

Piştî daxuyaniya Çelîk, daxuyaniya Serokê Odeya Sanayî ya Enqereyê Nurettîn Ozdebîr jî, fikarên ku jin ji qada xebatê dur dikeve zêde kir.

Ozdebîr got: “Biryarên di îstîhdama jinê de dibe pirsgirêk. Em îstîhdama jinê hêsan nakin, zehmettir dikin. Îstîhdama jinê ya ku pir ketiye, dê zêdetir bikeveke. Nêrînên serokê ÎSO’yê Erdal Bahçivan yê der barê îstîhdama jinê de tê nîqaşkirin û  ji niha de sanayîvanekî ji Enqereyê got; ‘Min ji niha de talîmat daye ku jin di fabrîkaya min de nexebitin’. Ya ev pakêt ji niha de îstîhdama ku gelek kêmbû dê zêdetir daxîne.

JI BO JINA DIXEBITE PAKÊTA TEŞWÎQA ZAROKAN

Sekretera giştî ya DÎSKÎ Arzu Çerkezoglu  da zanîn ku pakêt ne pakêta ‘îstîhdama jinê’ ‘pakêta teşwîqkirina zarokan a jinên dixebite ye.

Çerkezoglu wiha pê de çû: “Tespîta ku dê jin bê kar bîmîne, ji bo pêşerojê ne tehdîde, îro rastiyeke jinane. Bi teşwîqên heyî re, li gelek cihên kar,dema jin ducanî dimîne, bi tirsa ku dê ji kar bê avêtin ducaniya xwe vedişêrin û divê vê jî her kes baş bizane.

Jin hêza kar a erzan tên dîtin. Gelek jin di nava şert û mercên xerab de dijîn û her wiha ji mêran kêmtir heqdest digirin. Ji bo patronan jin, hêza erzan a kar e. Ji ber vê jî teşwîqa ku bila jin 3-5 zarokan çêbikin, tê amadekirin û patron jî dibêjin ger teşwîq bê ew dê jinan nedin xebitandin. Daxwaza hikûmetê ya jinan ku dibêjin bila 3-5 zarokan çêbikin jî eve ku keda erzan her tim bidomînin.

Ji ber vê jî pêvajoye ku keda jinê erzantir dike, jinan ber bi xebateke bê ewle ve dibe pêngav bi pêngav dixin dewrê.

GER PAKÊT BIBE QANÛNÎ DÊ ÇI BIBE?

Pakêt îdia dike ku li cihên kar dê krêş bê ferzkirin. Lê di dema hikûmeta AKP’ê de vekirina krêşan pêngav bi pêngav hat tunekirin. Hikûmet li şûna ku kreşê ve dê serî zarokê mehane pere bide.

Piştî destura welidînê ji bo jinê  xebatek nermtir dê bê ferzkirin. Jin li aliyekê dê rola xwe bînin cih û li aliyê din jî dê jiyana xwe ya xebatê bidomîne.

Ger her du hevser jin û merê bixebitin, îstîhdama nîv demî dê ji aliyê yekî ve bê bikaranîn. Ji berê jin dê nîv demî bixebite.

Mêzekirina zaroka bi giştî dikeve ser milê jinan û bi kurtasî ev dê bibe qanûna vegera malê.