Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji MPKE 60 parlamenter wezîfedar in

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), ji bo çavdêriya hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 60 parlamenter wezîfedar kir.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), ji bo çavdêriya hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 60 parlamenter wezîfedar kir. Seroka MPKE, diyar kir ku benda ji sedî 10 ne adil e û pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.

Heyeta ji parlamenteran, beriya hilbijartinê ji bo atmosfera li Tirkiyeyê û hilbijartin li gor Konseya Ewropa, AÎHS, AGÎT, NY û hwd in an na, wê 4-7’ê Gulanê li Enqere û gelek deveran konrtolan bike.

WÊ ÇAVDERIYAN PÊŞKÊŞÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BIKIN

Di heyeta ku endamê Koma Çep a Hollanda ya MPKE Tiny Kox serokatiya wê dike, Serokê Koma Sosyalîst Andreas Gros, Raportorê MPKE Josette Durrieu û gelek navên bi tecrûbe yên MPKE hene. Heyet wê di ziyaretên pêş û ziyaretên li deh bajaran de çavdêriyên xwe ji raya giştî, saziyên navneteweyî û Konseya Ewroparê re pêşkêş bike.

SEROKA MPKE: BEND NE ADIL E

Seroka MPKE Anne Brasseur a ji ANF’ê re axivî diyar kirdi serdana xwe ya berî niha du hefteyan a Tirkiyeyê de, benda ji sedî 10 a hilbijartinê rexne kirine. Brasser anî ziman ji ber bend di asteke ku nayê qebûlkirin de bilind e, gumanên MPKE diyar kirin û di hevdîtinên xwe de dane xuyakirin ku pêwîst e bend bê daxistin. Brasseur destnîşan kir di hevdîtinên bi Serokkomar û Serokwezîr re jî anîne ziman ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li benda çareseriyê ye pirsgirêka Kurd e.