Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê komîsyon hatin avakirin
Li gelek bajarên Ewropayê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin û karê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê dest pê kir.

HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê komîsyona hilbijartinê ava bû û dest bi kar kir. Hevserokê NAV-DEM'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) di civînê de axivî û got, divê bi ruhê 7'ê Hezîranê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bixebitin.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê komîsyona hilbijartinê ava bû û dest bi kar kir. Di civînê de ji bo têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê bang hate kirin.
BIELEFELD
Komîsyona hilbijartinê li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê jî ava bû û dest bi kar kir. Civîna li NCDK'ê bi beşdariya nûnerên gelek sazî û rêxistinan pêk hat.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê civîneke gel hate kirin û karê ji bo hilbijartinê dest pê kir. Parlamentera Amedê ya HDP'yî Nûrsel Aydogan li civînê axivî û got, weke HDP'ê hêviya wan ji vê hilbijartinê heye û divê ji bo serketinê ew tevlî bibin.