Ji bo hevdîtina lezgîn a bi Ocalan re serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê, ji bo di navbera 6-10'ê Nîsanê de di nava şert û mercên guncav de hevdîtineke lezgîn bê kirin serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Newroz Ûysal tevî malbatên girtiyan ji bo karibin di navbera 6-10'ê Nîsanê de di nava şert û mercên guncav de hevdîtinê pêk bînin û karibin bi telefonê biaxivin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Hate xwestin, ku eger hevdîtin pêk kirin, ji ber şewba Covîd-19 divê di nava tevdîran de pêk bê.

Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê bersivekê nikarin werbigirin.

Ji girtiyên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Hate xwestin ku eger hevdîtin neyê kirin divê bi lezgînî bi telefonê derfetên axaftinê bên dayin.