Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe yê ku ev 2 sal in agahî jê nayê girtin, serlêdanên nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzeran ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.