Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re serlêdanên nû
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbat û wasîyê wî bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbat û wasîyê wî bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Faîk Ozgur, Cengiz Yureklî û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran diyar kirin ew dixwazin roja duşemê miwekîlê xwe bibînin.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Ji ber îdîayên têkilî tendiristî û ewlehiya Ocalan ji 14'ê Adarê û wir ve daxwaza ''hevdîtina bi lezginî'' tê kirin.
Ji 14'ê Adarê û wir ve 17 caran ji bo hevdîtinê serlêdan li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê hatine kirin.
2 caran jî serlêdan li Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê hatine kirin.
Parêzer herî dawî piştî bi 8 salan cara pêşî 2'yê Gulana 2019'an û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn.
Li ser helwesta raya giştî 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd bi kurtî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû û axaftina wan hatibû birîn.