‘Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê rojên qiyametê!’

Hewldana Zindîhiştina Heskîfê diyar kir ku li ser Heskîf û Geliyê Dîcleyê rojên qiyametê heye û bang li raya giştî kir.

Hewldana Zindîhiştina Heskîfê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Vî bajarê antîk yê ku cara pêşîn 12 hezar sal berê mirov lê bi cih bûne û malovanî ji 24 şaristaniyan kiriye û Geliyê Dîcleyê yê ku 280 girtik, 199 cîgeh û herî kêm 100 zindî û riwekên endemîk lê hene îro tê xwestin ku di bin avê de werin hiştin.

Zextên koçkirinê li ser gel tê kirin û ev jî projeya xalîkirinê ye. Di Mijdara 2019’an de bi dozer û kepçeyan sûka wê hatiye xerakirin.

Ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê rojên qiyametê tên jiyîn. Ji bo Heskîfê ne dereng e, divê Dîcle bi azadî biherike.”