Ji bo Gulunay ê dema hate destgîrkirin windakirin, hatin ba hev

Şaxa ÎHD a Îzmîrê û malbatên windayan ji bo Hasan Gulunay ê dema hate destgîrkirin û windakirin, hatin ba hev.

 Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a ÎHD’ê û xizmên windayan li Sumerbaka kevin a li Konakê hatin ba hev.

Di çalakiyê de ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyanî xwend.

Karakaya çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê silav kir û bal kişand ku 28 sal in Hasan Gulunay ê zewicî û bavê 4 zarokan winda ye. Karakaya diyar kir ku 20’ê Tîrmeha 1992’an Gulunay ji mala xwe ya li Tarabya a Stenbolê derket û êdî agahî jê nehate girtin. Karakaya got: “Malbata ku li gel Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Huseyîn Kocadag ê ji warê wan re civiya Huseyîn Kocadag got ku; ‘Hasan Gulunay sax e, piştî ku birînên wî yên êşkenceyê saxbûn wê ragihînin ku destgîrkirine.’ Malbatê ev agahî bi rêya çapemeniyê ragihand lê tevî hemû hewldanan jî bê encam ma.”