Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran banga hişiyarbûnê hat kirin

Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hate gotin ku mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin û banga hişyarbûnê li raya giştî hat kirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê 504’mîn hefteya çalakiya “Rûniştina F” li avahiya saziyê ya li Taksîmê lidarxist.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya komeleyê ya Taksîmê, di hefteya 504'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar xist û daxuyanî da. Endamên komîsyonê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Oztel ê 51 salî ku li Girtîgeha Tekîrdagê Tîpa F ya Jimara 1’an tê ragirtin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Bila girtiyê nexweş Adnan Oztel serbest bê berdan" hat daliqandin.

Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê Mehmet Acettîn jî diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan her ku diçe zêde dibin û di vî warî de tu gav nehatine avêtin. Acettîn anî ziman ku girtiyên nexweş di birin û anîna nexweşxaneyan de bi ferzkirinên rûmet şikandinê re rû bi rû dimînin û divê hesasiyet û dermankirina pêwîst ji girtiyên nexweş re bê raberkirin. Acettîn wiha got: “Adnan Oztel (51) ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye nexweşiya behçet a giran heye û ji ber vê nexweşiyê bi giranî dibe ku çavên wî kor bibin û pirsgirêkên diranan pê re heye lê dîsa jî dermankirinên pêwîst nayên kirin. 16 mehin ku teşxîsa nexweşiya wî nehatiye tespîtkirin. Ji ber ku dereng tedawiya wî hatiye kirin nexweşîn lê pir bûye. Xesarên cidî di çavên wî de çêbûne.”

Acettîn da zanîn ku jiyana Oztel di bin xeteriyê de ye û ji bo ku girtiyê nexweş Oztel û girtiyên din ên nexweş werin dermankirin divê demildest werin berdan û ji bo rewşa Oztel gazî rayedaran kir ku berpirsiyariya xwe pêk bînin.

ENQERE

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku girtiyên nexweş Cebraîl Vûral, Omer Yaman û Husnu Aşkan nayên dermankirin.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 376’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê înîsiyatîfê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da. Tûrgût, rewşa 3 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimînin vegot.

Tûrgût, diyar kir ku Cebraîl Vûral 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û wiha got: “Ji ber nexweşiya cerg di rojên sarmayê de nexweş dikeve û hefteyan di nava nivîna de dimîne. Dema di sala 1998’an de li Girtîgeha Yozgatê dima teşhîsa êşa zirav lê hatibû kirin. Dema li Girtîgeha Mîdyatê bû hefteyekê li nexweşxaneyê mabû û neçar mabû mehekê li girtîgehê di nava nivînan de bimîne. Wê demê ligel îltîhaba xwînê xwîn jê çû. Di girtîgehê de nexweşiyên wî zêde bûne.”

Tûrgût, rewşa Husnu Aşkan ê 9 sal in di girtîgehê de ye ragihand û wiha axivî: “Di Kanûna 2017’an de ji Wanê sewqî Girtîgeha Tokatê kirin. Piştî anîn Wanê pirsgirêkên tenduristiyê zêdetir bûn. Ji ber nexweşiyê mahde, rovî, gurçikê êşa wî zêde bûye. Dest û piyê wî her tim dicemide. Her tim kîlo dide. Di çavê wî de nexweşî heye. Dişt û sînga wî de êş heye. Ji ber vê yekê her tim derman dixwe. Bi taybetî nexweşiyên rovî û mahd didome.

Turgut, da zanîn ku girtiyê 65 salî Omer Yaman nayê dermankirin û wiha got: “Nexweşiya tansiyonan a Omer Yaman didome. Ji ber nexweşiyê hebê tansiyonan dixwe. Lê nayê dermankirin. Dîsa hem deng naçe wî û hem nabîne. Ji bo nexweşiyên xwe serî li rayedaran dide, lê sewqa wî nayê kirin”

Turgut, bang li rayedaran kir û xwest girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Tûrgût, xwest girtiyên nexweş Cebraîl Vural, Husnu Aşkan û Omer Yaman di dema xwe de bêne dermankirin û der barê wan de bibin xwedî agahî. Dîsa girtiyên nexweş ku nikaribin li girtîgehê bijîn divê bi lez serbesr bêne berdan.

ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD ya Îzmîrê jî li ber Sumerbank a kevin ya li Konakê daxuyaniyek da û bal kişande ser rewşa siyasetmedara jin Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Jinan a Tîpa F Numre 2 ya Kandirayê dîl tê girtin. Li wir pankarta li ser hatibû nivîsandin “Girtiyên bi nexweşiya giran dimirin, Bêdeng nebe” hat vekirin. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, endamên Dayikên Aştiyê û endamên ÎHD’ê tevlê daxuyaniyê bûn.

Rêvebera Şaxa ÎHD ya Îzmîrê Ayşenûr Kîzaroglû îşaret bi israra rayedarên dewletê ya di pêkneanîna daxwazên ji bo pêşîgirtina bêmafiyên ku bi rengekî sîstematîk li girtîgehan tê ferzkirin kir û got her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin.

Kîzaroglû piştî ku bi berfirehî bal kişande ser rewşa tendirustiya siyasetmedara jin Aysel Tûglûk û got ku rewşa nexweşiya Tûglûk gihîştiye astekê ku êdî wê nekaribe bi tena xwe pêwîstiyên xwe yên jiyanî bi cih bîne û tevî vê yekê jî rayedarên dewletê daxwaza dermankirina wê piştguh dikin. Kîzaroglû herî dawî banga hişyarbûnê li raya giştî kir.