"Ji bo girtiyan edalet"
"Ji bo girtiyan edalet"
"Ji bo girtiyan edalet"
Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê û Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê bi silogana "Ji bo girtiyan edalet" li ber avahiya Wesareta Dadê daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Di daxuyaniyê xwestin girtiyê nexweş yê li Girtîgeha Tîpa D a Denizliyê Hayatî Kaytan demek berî demekê serbest bê berdan.
Komîsyona Mafên Mirovan a Girtîgehan a ÎHD'ê û nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqereyê, têkildarî binpêkirina mafên girtiyan li ber avahiya Wezareta Dadê daxuyanî dan çapemeniyê.
ÎHD'ê û TUHAD-FED'ê di hefteya 8'emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya Dadê pêk anî û xwest girtiyên nexweş bên berdan.
Girsê di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" vekir û bê navber siloganên "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe", "Li derve û hundir hucreyan perçe bike" berz kirin.
Rêvebera ÎHD'ê ya Enqereyê Fatima Akalin, diyar kir ku heta girtiyên nexweş serbest bên berdan dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Akalin, bal kişand ser mudaxaleyên polîsan ên 1'ê Gulanê u wiha got: "Em mudaxaleya polîsan şermezar dikin. di mudaxeleya polîsan de Dîlan Alp bi bombeya gazê ya polîsan ji serê xwe birîndar bû. Heta ku girtiyên nexweş bên dermankirin em dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em dixwazin doktor girêdayî sondê Hipokratê rawestin.
Akalin, da zanîn ku mafê girtiyan ê herî rewa û demokratîk mafê tenduristiyê ye û xwest girtî bêyî kelepçe bên dermakirin û tedawîkirin. Akalin, da zanîn ku muayineya bi kelepçe sûcê mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: "Ji ber vê astengiyê gelek girtî derman nabin û paşve dikişîn. Em bang li Dr. Burhan Birel jî dikin û dixwazin ku peyvira xwe bi cih bîne. "
Endama Komîsyona Girtîgehê ya şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Prz. Emel Sayin, jî anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê girtiyê bi navê Hayati Kaytan ji sala 2009'an de tumorê mejî di serê wî de heye û nayê dermankirin.
Sayin der barê tenduristiya Hayatî de wiha got: "Hayatî ji 2009'an heta niha li onkolojiyê 27 caran tedavî bû. Ji bo tumora mejiyê xwe sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Numune ya Enqereyê bû. Li gel dermankirina Hayatî sirgûnî Denîzliyê hat kirin. Piştî ku Kaytan hat sirgûnkirin nikare bi rêk û pêk bê dermankirin. Em dixwazin ku Kaytan serbest bê berdan û ji mafê tenduristiyê sûdê bigire. Destê Kaytan ê rastê seqet e û nikare pêdiviyên xwe bi xwe bibîne."
Piştî daxuyaniyê komê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.