Ji bo gerîlayên FARC’ê tevlî siyasetê bibin form pêk tê

Ji bo gerîlayên FARC’ê tevlî siyasetê bibin form pêk tê

Di navbera gerîlayên FARC û hikûmeta Kolombiyayê de hevdîtinên aştiyê didomin û di bin banê Netewên Yekbûyî de  ji bo ku gerîla di qada siyasî de bên cih girtin forumek pêk tê.  Foruma ku duh li Bagota destpê kir dê 3 rojan bidome.

Ji rêxistinên gunda bigirin, heta kolektîfên jinan, heta nûnerên partiyên siyasî û aliyê civakê her kes tevlî dibin.  Encamên Forumê jî  dê ji Juan Manuel Santos û heyetên FARC’ê re bê ragîhandin.

Ji destpêka hevdîtinê aştiyê heta niha di derbarê veguhestina bejahiyan de reformeke gelek girîng pêk hatiabû.  Jibo ku gerîlayên FARC’ê ji bo jiyanê bên qezenckirin jî sernavê herî girîng yê muzakereyê bû.  di bin banê FARC’ê de heta niha 8 hezar gerîla hene.

Gerîlayê berê, parlamenterê berê û wezîrê berê Antonîo Navarro daxuyaniyek da û got: “Niha li Kolombiyayê rewşa temsiliyeteke polîtîk tuneye. Lê divê fînansekirina kampanyayên hilbijartina bixin bin garantiyê.

Parlamenterê Kutba Demokratîk a Çepgir Ivan Cepeda jî axivî û diyar kir ku, peyemanên ku di dema hevdîtinan de tê îmzekirin de divê mexduriyet û cezayên giran yên girtîgehan bê tanzîmkirin.

FARC di sala 1980-1990’an de li Kolombiyayê bi Partiya siyasî ya Eniya Welatparêz re hewl da tevlî jiyana siyasî bibe. Lê wê demê bi hezaran hilbijêr û milîtan ji aliyê hêzên paramîlîter ve hatin qetilkirin.